Komkujiyên li Rojava li Parîs û Romayê hatin protesto kirin

Komkujiyên li Rojava li Parîs û Romayê hatin protesto kirin

Kurdistaniyên ku li Ewropa jiyan dikin, bertek nîşanî komkujiyên li Rojava dan. Kurdistaniyan li banliyona Drancy ya Parîsê meşek li darxistin. Li ber konsolosa Tirkiyeyê ya li paytextê Îtalya Romayê jî çalakiyek ya protestoyî pêkhat. Kurdistaniyên ku piştgirî dan berxwedana Rojava, ji ber piştgiriya komên çete Tirkiye şermezar kirin.

Kurdên ku li banliyona Drancy ya li paytextê Fransa Parîsê jiyan dikin, bi armanca piştgirî dayîna berxwedana Rojava û şermezarkirina komkujiyên komên çete meşek li darxistin.

Di meşa ku duh şev pêkhat de bi hezaran kes tevlîbûn. Meşa ku di demjimêr 20:00’an ji Quatre Rue destpêkir heya Pantinê dom kir. Piştî meşa ku sloganên “Bijî YPG”, “Bijî berxwedana YPG”, “Terorîst El Qaîde” qîrkirin û li Pantînê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêkanîn.

Piştî çalakiya rûniştinê endamê Meclisa Gel ya Drancy Efe Kars axaftinek kir. Kars komkujiya li dijî gelê Kurd şermezar kir û bang li tevayî gelê Kurd kir ku, piştgiriyê bidin gelê Rojava. Kars axaftina xwe wiha domand: “Li ser navê ol serê ciwan û zarokê Kurdan têne jê kirin, li ser navê Kurdiniyê çi heye dixwazin bihovane tune bikin. Bila Tirkiye û çeteyên El Qaîde piştgiriyê dide wan baş bizanin ku, bedelê wê çibe bila ew be dê gelê Kurd destkeftiyên xwe biparêze. Pêwîste ti Kurdistanî li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne. Pêwîste her kes di aliyê madî manewî de piştgiriyê bide Rojava. Pêwîste heta ku êrîş rawestin hemû Kurd di nava çalakiyan de bin.”

LI ROMAYÊ LI BER KONSOLOSA TIRK ÇALAKÎ

Kurdên li Romayê jî jiyan dikin, bi armanca protesto kirina komkujiyên li Rojava, li ber Konsolosa Tirkiyeyê çalakiyek pêkanîn.

Kurdên li Romayê jiyan dikin, ji bo protesto kirina piştgiriya ku dewleta Tirkiye dide komên çekdar, li ber Konsolosa Tirk ya li Romayê çalakiyek protestoyî pêkanîn. Di axaftinên li vir hatîn kirin de, piştgiriya ku dewleta Tirk dide çeteyên El Qaîde ên jin û zarokên kurdan qetil dike şermezar kirin. Kurdistaniyên ku bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji vê helwesta xwe berde, peyama “Yên li ser gelê Kurd qirkirinê didin meşandin, dê dixwîna rijandî de bixeniqin” da. herwiha bang li rayagiştî ya cîhanê kir ku, li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne.