Komkujiyên li Kurdistanê li Hambûrgê hatin şermezarkirin
Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi meşekê hat şermezarkirin.
Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi meşekê hat şermezarkirin.
Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi meşekê hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya li çalakiyê hat dayîn de, terora dewletê ya li Cizîrê, êrîşên li hemberî Kurdan li gelemperiya Tirkiyeyê, şewitandina avahiyên HDP'ê hat bibîrxistin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku pêşî li terora AKP'ê bigire.
Endamê sendîkaya Ver.dî Rolf Becker li meşê peyivî û destnîşan kir ku Erdogan ji bo careke din bibe desthilatdar bêteredût aloziyê derdixîne ku rê li ber mirina mirovan vedike. Becker da zanîn ku heta ji destê wan were ew ê piştgiriyê bidin gelê Kurd û bang li dewleta Elman jî kir ku dawî li qedexeya li ser PKK'ê bîne.
Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî ji hikûmeta Elman re got, "Divê hikûmeta Elman dawî li bêdengiya xwe bîne û konsepta Erdogan a dijwarkirina şer tolere neke. Divê ji bo vegera li rewşa aştiyê, bi însiyatîf tevbigere."
Meş li ber Konsolosxaneya Tirk a li Hambûrgê bi dawî bû.