Komkujiyên Gazî û Qamişlo ji Amed û Manîsayê hatin şermezar kirin
Komkujiyên Gazî û Qamişlo ji Amed û Manîsayê hatin şermezar kirin
Komkujiyên Gazî û Qamişlo ji Amed û Manîsayê hatin şermezar kirin
Platforma Helepçe ya Amedê û Manîsayê komkujiyên Gazî û Qamîşloyê şermezar kirin.
Li Amedê komkujiyên Gazî û Qamîşlo bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Platforma Helepçe ya ji aliyê partiyên siyasî û gelek saziyên din ve hate avakirin, ji bo komkujiyên di meha Adarê de pêk hatin ên weke Helepçe, Gazî, Qamîşlo û Beyazitê ji bîrnekin û nedin jibîrkirin daxuyanî da çapemeniyê.
Parlementerê BDP'ê Esat Canan, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrata "Em ji Gaziyê heta Qamîşloyê ji bîrnakin û nadin jibîrkirin" vekirin û rêzgirtin pêk hat. Serokê Rêxistina ESP'ê yê Amedê Ramazan Karakaya daxuyanî xwend û diyar kir ku, di 12'ê adara 1995'an de Komkujiya Gazî û di 12'ê adara 2004'an de komkujiya Qamîşloyê pêk hat. Karakaya anî ziman ku ew wan komkujiyan şermezar dikin.
'DEWLET LI GAZIYÊ LI SER SÛÇ HATE GIRTIN'
Karakaya da zanîn ku di komkujiya Gaziyê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û li Gaziyê dewlet li ser sûç hate girtin. Karakaya bilêv kir ku, piştî komkujiyê di doza hate vekirin de weke hemû dozên din ên kontrgerîla bê encam man û wiha got: "Serokê dadgehê Huseyîn Îmamoglu li Trabzonê got, 'Ez di vê dozê de alîgirê polîsan im û polîs cînayetê nakin' Piştî vê daxuyaniyê xwe ji dozê paşve kişand."
Karakaya destnîşan kir ku, di sala 2004'an de li Qamîşloyê jî li hemberî kurdan komkujî pêk hat. Karakaya diyar kir ku, maça futbolê kirin hincet û komkujî pêk anîn û zêdehî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.
MANÎSA
Li Manîsayê ji bi heman armancê li Şaxa Komeleya Çandê ya Elewiyan de daxuyanî hate dayîn. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Seroka Şaxa Komeleya Çandê ya Elewiyan Sevîm Savunmaz daxuyanî xwend û komkujiya Gaziyê şermezar kir û wiha got: ''Dîrok nîşanî me dide dewletê her tim li hemberî gelên mazlûm ji ber nasname û baweriyan komkujî pêk anîn. Dêrsim, Meletî, Gurgum, Çorum, Sêwas û herî dawî Roboskî."