Komkujiya li Parîsê li Osloyê tê şermezarkirin

Komkujiya li Parîsê li Osloyê tê şermezarkirin

Komkujiya ku 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Norwec Osloyê hate şermezkirin.

Piştî ku nûçeya qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar belav bû, kurdên li Norwecê dest bi çalakiyan kirin.

Roja pênçşemê li Osloya paytexta Norwecê saet di 15.30, li ber balyozxaneya Franse ya li Osoyê mitîngek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li Osloyê dê îro jî li ber Wezareta Derve ya Norwecê kom bibin û saet di 13.00 de bimeşin balyozxaneay Tirk a li Osloyê.

Hate diyarkirin ku gelek rêxisitn û saziyên Kurdan ên Norwecê piştgirî didin vê çalakiyê.