Komkujiya li Parîsê li Londonê hat şermezarkirin
Komkujiya li Parîsê li Londonê hat şermezarkirin
Komkujiya li Parîsê li Londonê hat şermezarkirin
Li paytexta London a Îngilîstanê qetilkirina 3 jinên kurd yên siyasetmedar bi meşeke mezin hat şermezarkirin.
Meşa ku ji aliyê Meclisa Jinan a Roj ve hat organîzekirin saet di 18.00’an de Platforma Jinan a Londonê, Yekitiya Jinên Sosyalîst, Jinên Jin, Tevgera Jina a Demokratîk a Ewropayê, Komîsyona Jina a Komeleya Elbîstaniyan û gelek saziyên din piştgirî dan meşê.
Pankarta bi ser navê ‘Hun hemû kulîlkan dikarin jê biqetîni lê hatina biharê tu carî nayê astengkirin’ hat vekirin û jinan di meşê de dovîz û pankartên cur bi cur vekirin.
Meş piştî rêzgirtin û xwendina danezana Meclisa Jina a Roj a li ber Sekreteriya Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî a Angel, dest pê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ku komploya navnetewî şermezar dikirin hatin qêrîn. Di meşê de belavokên bi îngilîzî ku komkujî şermezar dikirin hatin belavkirin.
Di meşê de bi dirûşiman bertek nîşanê dewleta Frasayê hat nîşandan û hate xwesetin ku Parîs demildest komkujiyê ronî bike. Her wiha hat diyar kirin ku PKK nûnerê gelê kurd e û xwestin PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin.
Ligel vê hat destnîşankirin ku Sakîne, Fidan û Leyla ne bê xwedî ne û hat diyarkirin ku bi milyonan kurd di serî yên çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê xwedî lê derketin û ji bo wan rabûne ser piyan.
Ligel hewaya sar û barîna berfê meşê heta ber Malagel berdewam kir û hat xwesetin ku bepirsên komkujiyê derkevin holê.
Li aliyê din Yekitiya Jinên Sosyalîst û Meclisa Jina a Roj dê di 20 çile de saet di 17’an de li Navenda Civaka Kurd ji bo her sê siyastmedarên kurd bernameya bîranînê pêk bîne.