Komkujiya li Parîsê ji aliyê hezaran ve hat protestokirin

Komkujiya li Parîsê ji aliyê hezaran ve hat protestokirin

Qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ku li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat, ji aliyê hezaran ve bi meşekê hate protestokirin. Bi hezaran kesên ku tevlî meşê bûn xwestin komkujî di demeke zû de bên ronîkirin.

Piştî ku saet di 02.00 de hate bihîstin ku 3 siyasetmedarên Kurd ên jin hatin qetilkirin, Kurdistaniyên li Parîs û derdora wê li çûn ber avahiya KNK’ê. Bi hezaran Kurdistanî li ber avahiyê li benda lêkolîna polîsên Frensî ya di hundirê avahiyê de man.

Di dema lêkolînê de Waliyê Parîsê û dozgerê dijî-terorê hatin cihê bûyerê. Walî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku komkujî cinayeteke aşkere ye. Her wiha da zanîn ku lêpirsîn ji aliyê maseya li dijî terorê ve tê birêvebirin.

ÎNÎSIYATÎFA GEL ROJA REŞ ÎLAN KIR

Înîsiyatîfa Gelê Kurd a Parîsê bi daxuyaniyekê duh weke Roja Reş ragihand û ji Kurdistaniyan xwestin ku zarokên xwe neşînin dibistanan, derabeyan bigirin û bi awayeke xurt li siyasetmedarên Kurd ên ku jiyana xwe ji dest dan derbikevin.

Wezîrê Navxweyî yê Fransî Emanuel Vallse hate avahiya KNK’ê. Vallse tu daxuyaniyeke fermî neda, lê bi rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) re hevdîtin pêk anî. Wezîrê Frensî da zanîn ku komkujî nayê qebûlkirin û got ku kî li pişt bûyerê be ew ê aşkere bikin.

Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar hatin ber avahiya KNK’ê ya li Parîsê. Kartal li vir axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku ev êrîş li hemberî pêvajoya aşitiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin pêk hatiye. Her wiha destnîşan kir ku dibe ev komkujî ji aliyê kesên naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe ve hatiye kirin û dixwazin pêvajoyê provake bikin.

LI PARÎSÊ BI HEZARAN MEŞIYAN

Cenazeyên her sê siyasetmedarên Kurd saet di 12.00 de şandin saziya tiba edlî. Girseya gel li pey cenazeyan dest bi meşê kir û bê navber dirûşimên “Şehîd Namirin”, “Tohildan”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Qatîl Tirkiye” qêriyan. Meş ji Gare du Nordê heta Akademiya Çanda Kurd berdewam kir. Piştre jî daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Endama KNK’ê Songul Karabulut û Nunerê BDP’ê yê Ewropayê Faruk Doru ve hate dayin.

KARABÛLÛT: DIVÊ CINAYET DEMEK BERIYA DEMEKÊ BÊ ÇARESERKIRIN

Karabulut li vir axaftinek kir û got: “Êşa me gelek mezin e û em di şokê de ne” û got ku li Franseyê cinayeteke siyasî pêk hatiye. Karabulut destnîşan kir ku ev bûyer têkiliya xwe bi pêvajoyê re heye.

Karabûlût destnîşan kir ku dixwazin pêvajoyê provake û sabote bikin . Karabulut destnîşan kir ku balkêş e ku ev bûyer li Franseyê qewimî û Franseyê bi polîtîkayên xwe yên di van salên dawiyê de li dijî Kurdan dimeşîne zemînê komkujiyeke wiha amade kiriye.

Karabulut ji hukûmeta Franseyê xwest ku dawî li van polîtîkayên li hemberî gelê Kurd bîne û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bibe, hewl bide. Karabûlût destnîşan kir ku divê bûyer di demeke zû de were aşkerekirin û da zanîn ku balkêş bû ku hedefa wan sê jin bûn. Karabulut bal kişand ser pêşketinên di têkoşîna jina Kurd de û destnîşan kir ku Sakîne Cansiz kesek pêşeng bû.

Her wiha, got ku Fîdan Dogan jî di warê dîplomasiyê de xebatê dimeşand. Karabulut bal kişand ku siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn jî endamê KNK’ê bû lê niha li Franseyê girtî ye û destnîşan kir ku gelê Kurd li Franseyê bê ziman hatiye hiştin.

Ji nunerên BDP’ê yên Ewropayê Farûtk Doru jî destnîşan kir ku buro ji aliyê dewlet û polîsên Franseyê ve baş tê zanîn û bi bîr xist ku li ser cadeyeke herî qelebalix e. Her wiha ragihand ku li pişt vê komkujiyê hin dewlet hene û xwest ku bûyer were ronîkirin.

ROJA ŞEMIYÊ LI PLACE DE BASTILLEYÊ MEŞ

Serokê FEYKA Mehmet Ulker jî ragihand ku ew ê roja şemiyê saet di 12.00 de komkujiyê bi meşeke girseyî li Gare de l’Estê protesto bikin. Ulker bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn ku xwedî li her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leya Soylemezê xwedî derbikevin.

Meş roja şemiyê saet di 12.00 de dê li Place de Bastilleyê dest pê bike.