Komkujiya li Parîsê dê li Frankfurtê bê protesto kirin

Komkujiya li Parîsê dê li Frankfurtê bê protesto kirin

Li Parîsê qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez dê li Frankfurtê bê protesto kirin. Kurdistaniyên ku îro dê di demjimêr 11.00’an de li ber balyozxaneya Tirk ya Frankfurtê kom bibin, dê mitîngekê pêkbînin. Piştî mitîngê jî dê daxuyaniyek bê dayîn. Piştî mitîngê jî dê daxuyaniyek bê dayîn. Weke din jî ji bo meşa sibe li Parîsê pêkbê dê îşev di demjimêr 23.00’an de otobus li ber Komeleya Çanda Kurdan ya Frankfurtê û Komeleya Çanda Kurdan ya Hanauyê birê bikevin.