Komkujiya li Şengalê li bajarê Braunschweigê hate şermezarkirin

Li bajarê Braunschweig ê Elmanyayê komkujiya li Şengalê hate şermezarkirin. 

Li bajarê Braunschweig ê Elmanyayê, Komuna Jinan a Şehîd Zozan Cûdî û Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê meşek organîze kirin.

Kurdistanî û dostên xwe yên li qada Schlossê kom bûyî, saetekê ji hêla polêsên Elman ve hatin rawestandin. Polêsên Elman bi hincetên pûç xwestin girseyê ji hev belav bikin, 'alên qedexekirî' desteser bike û navê Kurdistaniyên tevlî meşê bûyîn qeyd bike. Lê belê gel nerazîbûn nîşan da û destûr neda ku navan bigire. 

Piştî astengiyên polêsan meşê dewam kir û dirûşm û pankartên li ser 'Kujer Erdogan', 'Em Mam Zekî Şengalî jibîr nakin', 'Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê bila gel rabe ser piyan' hatin berzkirin. 

'ŞENGALÎ LEHENG E'

Endama Komuna Jinan Zozan Cûdî Hevala Şêxa li qada mîtîngê axivî û got; "DAÎŞ, Tirkiye û hikumeta Elmanyayê weke xwînmijan xwîna Kurdan dimijin. Mam Zekî Şengalî leheng e."

Endamê HDK-E a Braunschweigê Mûrad Bal, endama Federasyona Bakûrê Elmanyayê Letîf Karakaş û berdevka meclîsa Berçem Cîlo Hakime Yousef li qada çalakiyê axivîn.