‘Komkujiya Gazî di rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girtiye’
‘Komkujiya Gazî di rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girtiye’
‘Komkujiya Gazî di rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girtiye’
Navenda Giştî ya BDP’ê di derbarê komkujiya Gazî de daxuyaniyek da û got: “Li Welatê me ku çand û nasnameyên cuda bi hev re dijîn, yên ji vê ne kêfxweşin, serî li provakasyonên cuda cuda dane. Komkujiya Gazî jî yek ji vane û 17’emîn salvegera wê ye. vê komkujiyê jî di rupelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girtiye.
BDP’ê di derbarê komkujiya Gazî de daxuyanî da û diyar kir ku, vê komkujiyê jî di rupelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girtiye û wiha hate gotin: “Di 12’ê Adara 1995’an de li taxa Gazî ya ku welatiyên Elewî zêde li wir diman, kahaweyek hate gulebaran kirin û piştî vê çalakiên protestoyî pêk hatin. Di encama êrîşa dewletê de 22 kesî jiyana xwe ji dest da. 155 welatiyên me jî birîndar bûn. Yên ku komujî pêk anîn di 1996’an de bi Susurlukê re derket holê û ev jî plana dewletê derdixe holê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, bendewariya welatiyan ev ku berpirs bên ceza kirin lê wisa nebûye û di doza Gazî de bêhiqûqiyên mezin pêk hatine.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Doz bajar bi bajar gerandin û bi awayekî sembolîk ceza dan du kesan. Berpirsên sereke jî ji darazê hatin revandin. Bi vî awayî jî komkujiya duyemîn pêk hat. Ger Tirkiye êdî naxwaze bi komkujiyan bê bibîranîn divê berpirsan derxe holê. Tenê Tirkiye wisa dikare demokratîk bibe.
Em jî bi vê wesîleyê kesên di komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin û ji bo berpirsên komkujiyê derkevin holê dê têkoşîna me bidome.