Komkujiya Enqereyê li Fransayê bi xwepêşandanên girseyî hat şermezarkirin
Li bajarên Fransa Lyon, Bordeaûx, Reîms, Nancy û Toûloûse, bi hezaran kes daketin kolanan û komkujiya Enqereyê şermerzar kirin.
Li bajarên Fransa Lyon, Bordeaûx, Reîms, Nancy û Toûloûse, bi hezaran kes daketin kolanan û komkujiya Enqereyê şermerzar kirin.
Li bajarên Fransa Lyon, Bordeaûx, Reîms, Nancy û Toûloûse, bi hezaran kes daketin kolanan û komkujiya Enqereyê şermerzar kirin. Di çalakiyên bi beşdariya Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransayiyan de hat ragihandin, ku beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê pêkanîna komkujiyê ji aliyê AKP'ê ve, balkêş e.
LYON: Navnîşana çalakiya li bajarê Lyonê, pêşiya Konsolosxaneya Tirk bû. HDP, Partîzan, Partiya Komunîst a Fransayê û alîgirên Tevgera Komunîstên Ciwan bi çalakiyeke hevpar, komkujî şermezar kirin. Di axaftinên li çalakiya ku zêdeyî 500 kes lê amade bûn de hat gotin, "Em xemgîn in, bi hêrs in, di şînê de ne û di îsyanê de ne. Me 128 canên xwe ji dest dan." Qisekeran anîn ziman ku ew êrîşkaran, ji komkujiyên li Amed û Pirsûsê nas dikin û got, "Em kujeran nas dikin; bi mehan e bi akrepan, TOMA'yan û tankan welat veguherandine gola xwînê. Tevî vê yekê jî em ê her tim jiyana bi hev re ya aştiyane li welatekî demokratîk, azad û wekhev, biparêzin."
BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûxê, bi beşdariya 300 kesên ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, HDP Bordeaûx, Navenda Çanda Elewiyan a Bordeaûxê, PCOF, NPA, Alternatîve Lîbertaîre, Antî-FA partiyên çep ên Fransayê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, nûnerên saziyên Fransayê li vir axivîn û anîn ziman ku Erdogan, ji ber desthilatdarî ji dest diçe li pişt van komkujiyan e. Berdevkên PCOF û NPA dan xuyakirin, ku ew alîgirê hemû gelên alîgirê aştî û demokrasiyê ne.
REÎMS: Komkujiya Enqereyê li bajarê Reîmsê hat şermezarkirin. Di meşa hevpar a Komeleya Demokratîk a Kurd û TKP/ML de bi dehan Kurdistanî amade bûn. Girseya gel, piştî xwendina belavokê, dawî li çalakiya xwe anî.
NANCY: Li bajarê Nancy, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, AKM, NAKE, KP Rêxistina Aakirinê, Eniya Gel, KP a Fransayî û dostên Kurdan, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Nûnerên van saziyan li vir axivîn, komkujî şermezar kirin û destnîşan kirin, ku bersiva herî baş a ji komkujiyê re bê dayîn, wê li ser sindoan be. Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Nancy jî diyar kir ku di 17'ê Cotmehê roja Şemiyê de wê ji Nancy konvoya ji otobus û wesayîtên şexsê ber bi Konsolosxaneya Stasboûrgê bê şandin û bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
TOÛLOÛSE: Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransayiyên li bajarê Fransa Toûloûse dijîn, komkujiya Enqereyê şermezar kirin. Bi vê armancê li Place Jean Jaûres, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Di axaftinên li vir de komkujî hat şermezarkirin û banga tevlîbûna çalakiya 16'ê Cotmehê roja Înê saet di 19:00 a li meydana Capîtolê ya ji bo destekkirina HDP'ê hat kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.