Komkujiya Dîgorê
Komkujiya Dîgorê
Komkujiya Dîgorê
Di salên 90î de şerê çekdarî yê ku PKKê dabû destpêkirin li herderî belav bûbû.
Ev tevger di nav gel de bi awayek erênî piştgirî girtibû.
Kom bi kom cîwanên kurdan tevlî nav tevgerê dibûn.
Dewleta tirk li hember vê têkoşînê pêvajoyek nû dabû destpê kirin.
Heyf û tol, ji gel dihat girtin.
Erişî gel kirin.
Erîşî rûmetê kirin.
Bi amborgoyan gel birçî hiştin..
Bi birçîbûnê xwestin gel ji tevgerê dur bîxîn.
Di pêvajoyek waha de li Qersê li navçeya Dîgorê jî terora dewletê gihîştibû asta herî jor.
Li heremê Ambargo hebû..
Parlementerê SHPê yê demê Mahmut Alinak li parlementoyê ev Ambargo weha tarîf kiribû:
“Ji bo ku hûn bikaribin 2 kîlo Makarna anjî Çay bistînin,dibe di destpêkê de serî li Qeymeqamtiyê bidin..Qeymeqamtî we dişîne Jendermeyan..Jenderme li sicîla we dinêre,ger ku sicîla we li gor wan temîz be,we dişîne Daîreya Nifusê..Daîreya Nifusê ji destnîşandike ka çend zarokên we henin. Bi van agahiyan cardinan vedigerîn cem Qeymeqamtiyê..Heger li vêderê daxwaza we were erêkirin hûn dikarin van tiştan bistînin..Heger neyê erêkirin, hûn nikarin van tiştan bistînin.”
Lê zilma ku li Dîgor hebû, kalêk Dîgorî yê 70 salî diha baş danî ziman.
“ Li ser her malî leşkerek disekinî..Tuwaletên me li derve bûn..Kes nikaribû derkebe derve..Destdirêjiya namûsa me dikirin..Çima wisa dikirin, me nizanibû..Me çi sûc kiribû, me nizanibû..Zilm li me dikirin..Me her tişt fahm kir lê ji zarokan çi di xwestin..Li zarokê me didan..Hawar..hawar li me xwedî derkebin.Di vî emrê min de,li hember min disekinin û ji min re digotin “ Emê di ........ “ Hawar.. Hawar..”
Ev hawar û qêrîn, di sala 1993an de li gelek deverên Kurdistan bilind di bûn.
Bi gotinên vî kalê 70 salî jî sînorkirî nedima..
Li nava gund li ber çavên hemû gundiyan zilam tazî dikirin û kontrol dikirin ka sunet kiriye an na.
Zarokan ji dergûşên wan derdixistin li ser berfê hetanî êvarê didan seknandin.
Gelê heremê ji bo vê pêvajoyê bide seknandin ji bo rûmeta xwe biparêzên,ji “polîtîkayên dewletêre gotin NA..
BIRYARA SERHILDANÊ
Gelê heremê li hember vê zilmê li rê û rêbazek digeriya. Di destpêkê de bi riyên hiqûqî û fermî xwestin pêşî li vê zilmê bigirin..
Muxtarên heremê hatin cem hev,ji wezîrê karê hundir û ji serokwezîra demê Tansû Çîlere name şandin.Di dawiya nameya xwe de jî waha di gotin;
“..Em dixwazin ji vê jiyana ku ji mirinê bêter û ya ku rûmeta mirova binpêdike, rojek zû xilas bibin..”
Lê ne ji nameya wan re bersivek hat û ne jî di rewşa jiyana wan de sererastinek çêbû. Beravajiyê vê yekê roj bi roj rewş ber bi xeteriyê çû.
Berî 14 Tebaxa 1993anbû.Hemû gotin hatibûn gotin.Êdî bi tenê rêyek li pêş wan ma bû..
Serhildan…
Ji bo parastina jiyanek azad, ji bo parastina nasnameyek bi rûmet,biryara “meşek girseyî û bêdeng” girtin.
Sal 1993..14ê Tebaxê bû.
Ji gûndê Sixçê, Şaban, Artelî, Başkoy, Çatax, Karabax, Petran, Bacelî, Nêvrek, Kizilkûle, Akrak, Zibinî, Nexişvan ref bi ref mirov ji malê xwe derketin û ber bi bajêr meşek dan destpê kirin.
Meş ber bi navenda Dîgorê bû.
Û meşiyan.
Bê çek bi tenê bi bawerî meşiyan.
Ji bo mafê xwe dimeşiyan.
Di xwestin ev çar milên meşê li ber Dîgor bigihîje hev û li ser vê zilma dewletê daxwiyaniyek bide û belav bibe.
Meş ji çar milan ve ber bi Dîgorê ve diherikî..
Di meşê de jin û zarok jî hebûn.
ÊRÎŞ
Erîş û midaxle bi derengî neket. Midaxle kirin.
Di destpêkê de meşa 2 milan dane seknandin û ew vegerandin. Milê sêyemîn ku ewê bigihîşta bajêr, li ser girekî bi erîşek çekdarî bi dengek kûştinê li cîhê xwe de sekinî.
Meşa wan ya ku ewê êdî bigihêje bajêr bi dengê çek û erişên tîmên taybet sekinîbû.
Her çiqas dikaribûn wan kesan an îkna bikin anjî vegerînin, lê wan ji berê de biryara komkujiyê girtibûn. Fermandarek bi navê Selahattîn di dest wî de nameyek û digot ji Enqerî ji me talîmat girtî, emê midaxleyî vê meşê bikin.
Û eriş kirin.
Ew roj, ew der veguhêrîbû qada şer. Şerek, ku aliyek mirin direşand, aliyek bê çek hawar dîqîrand.
Herderî dûman hebû û her ku di çû dengê çekan jî zêde di bû.
Dê û bav li zarokên xwe digeriyan.
Birindar li benda alîkariyê bûn. Cesed hebûn, ji laşê wan xûn diherikî.
Erîşkar çav sorîbûbûn..Dest bi êşkenceyan kirin.
Li ser pêsîrên keçikan cigara dihatin temirandin.
Tîmên Taybet bi nav gel ketibûn û yên ku birîndar didîtin dikûştin.
Ew roj kurd bûn şahîd ku kesek birîndar bi pişt panzerek ve hat girêdan û li wan dera hat gerandin.
Ferman ji Enqerê girtibûn û ew roj li Dîgor hovitî hebû.
PIŞTÎ ERIŞÊ
Piraniya wan jin û zarok 17 kes hatin qetilkirin û 135 kes jî hatin birîndar kirin.
Dema ku dengê çekan rawestiya, li qada komkujiyê cesedê van kesan mabû:
Gulcan Çağdavûl (8)
Selvi Çağdavûl (14)
Yeter Kerenciler (13)
Necla Geçener (14)
Zarîfe Boylû (15)
Erdal Bûğan (17)
Zeynep Çağdavûl (19)
Hacer Hacioğlu (20)
Sûna Çîdemal (21)
Fatma Parlak (22)
Faruk Aydin (27)
Cemîl Özvariş (39)
Gıyasettin Çalişçi (41)
Hasan Çağdavul (43)
Suleyman Taş (47)
Nûrettin Orûn (80)
Tutiye Talan (66)
Di destê tu kesî de çek tunebû, lê çapameni ji bo vê komkûjiyê veşêre ket nav hewldanan.Her wekî kê pevçûnek di navbera gerîlla û leşkeran de derketiye û ev kes jî di navbera 2 agiran de manin. Aliyek Medya yê jî ku herwekî li Dîgor ew roj bûyêrêk bi vî rengî neqewimiye bê deng ma.
Dewlet û kujer ji bo ku vî sucê xwe yê li dijî mirovahiyê veşêrin,ketin nav hewldanan.
Gelek birîndar ranekirin nexweşxaneyan û ev kes li malê xwe bi derfetên xwe derman bûn.Yên ku rakiribûn nexweşxaneyan jî li benda êşkenceyek nû bûn.
Hêzên dewletê bi kûştin û bi birîndarkirinê nesikînîn.Ev car erişî malan kirin.Li gûnda dest bi girtin û îşkenceyan kirin.Malek û deriyek ku ji vê zilmê para xwe negirtibû nema.Cîhê karê gûndiyan jîtalan kirin.
Dîgor bê xwedî bê kes ma bû.
HEYET LI DÎGORÊ NIN
Piştî komkkujiyê heyeta parlementerê DEPê li hawara wan çûn. Di serdanê de, hêzên dewletê xwestin ku li pêşiya wan astengiyan derbixin.Ew gelê ku heta wê rojê bê xwedî mabû, bi hatina heyeta DEPê moralek mezin girtibû.
Parlementerê SHPê Mahmêt alinak jî di nav heyetê de bû.
“Li Qersê herkes şaşmayî bû.Nizanibûn ku ewê çi bikin.Mirov bêçarebûn..Gelek bi hêrsbûn.Ew şev me li Qersê derbaskir û dora rojê em çûn nexweşxaneyê.Li nexweşxaneya Qersê gelek birîndar hebûn.Me bi wanre hevdîtin pêkanî.Derbarê bûyêrê de me agahî girt ka bûyêr bi çi awayî pêk hatibû,çi qewimî bû..Ew der weguhêrîbû qesepxaneyek,herder di nav xûnê de bû.Livîna qîma birîndara nedikir,hin kes li erdê radizan.mudaxleyên tibbî jî qîm nedikirin.Bi zanebûn mirov bi qedera xwe re rû bi rû hiştibûn.”
Heyetên biyanî jî çûbûn Dîgorê û derbarê vê komkujiyê de bi mexdûr û birîndaranre peyivîbûn û derheq komkujiyê de jî agahî girtibûn.Lê gel wisa hatibû tirsandin, newêribûn bi awayek eşkere behsa hovitiya dewletê ya wê rojê bikin.
Lêkolînên heyetê encam nedigirt.Dewlet li pey veşartina kûjeranbû.Dewlet kûjer diparast.Parlementerê SHPê Mahmûd Alinak bi Walî re hevdîtinek pêkanî bû..
“..Di hevdîtina bi walî re me dît ku, ji nav gel erişek li dijî Tîmên Taybet ve pêk nehatiye. Erîşek li dijî Eskeran,anjî Polîsan çênebûye. Me ev yek tespît kir. Lê Midurê Emniyetê bi israr digot ku ev erîş ji aliyê PKKê ve hatî destpêkirin.Gel di navbera 2 aliyan de mayiye. Birîndarî û mirin di navbera 2 agiran de çêbûnin. Heger ku PKK şer kiriba ya, diviya ya ji PKKê an jî ji Tîmên Taybet hin kes birîndar bibûna.. Walî insanek maqûl û rast bû.Pirr dilnerehet bû.Bi telaş û bêhizûr bû.Hîç paxav bi îdeayên Midirê Emniyetê yê ku ji ‘PKKê re dikir mal’ nedikir.Di her bersivên xwe de digot mixabin,çi feyde ku ji aliyê yên me ve pêk hatiye. Bi awayek vekirî ev yek got..”
PÊVAJOYA HIQÛQÊ
Malbat û parêzerên dozê ji bo edaletê ji bo mafê mexdûran ketin nav hewldanan.Ji bo doz were vekirin 3 sal sekinîn.
Piştî gelek hewldanan doza komkujiyê destpêkir û 3 salan pêvajoya lêpirsînê dewamkir.Piştî 3 salan doz şandin dozgeriya Qersê.
Dozgerî piştî lêkolîna dosyê ji emniyeta Qersê de di derheq 8 polîsan de; Tuncay Yasa, İsmail Yıldız, Mustafa Demir, Yunus Alper, Sezai Özyurt, Atilla Yıldız, Suat Kaymak û Sıraç Birol bi minesebeta bi qestî mirov kûştine doz vekir.
Polîsan di îfadeyên xwe de digotin, ji nav çalekvanan bi roketan berî me dane.Lê di dema komkûjiyê bilî fîşekên ku polîsan bikaranîbûn tu sîlehek dinan û roket nehatibû dîtin.
Nezikî 40 danişîn pêkhatin.Di 24ê Sibata 2006an de polîs bêsûc hatin dîtin.Di biryarê de dihat gotin ku, Polîsan xweparastine û beraat kirin.
Ew polîsên ku di pêvajoya darizandinê de nehatibûn girtin piştî biryarê, li hin deverên dinan dest bi wezîfeya xwe kirin.
Piştî vê yekê parêzerên mexdûran serî li dadgeha mafê mirovan ya ewropa dan. Di encama darizandina DMME da biryara ku dewleta Tirk ji bo 7 mexdura 350 hezar Euro pere bide da.Dozên dinan hên jî li DMME dewam dikin.
Li dadgeha her wekî di 14ê Tebaxa sala 1993an de li Dîgorê komkujiyek waha nehatî jiyandin xwestin ser dozê bigirin.Lê kurd bi israr ji bo ku ev komkûjî were zelalkirin têkoşîna xwe domandin.
PIŞTÎ KOMKUJIYÊ
Piştî komkûjiyê gelek Dîgoriyan li pey xwe goristinan xwe hiştin û koç kirin.
Gelek jî wan bi israr cîh û warê xwe terk nekirin û li Dîgorê man.
Hin kesên birîndar jî bi serpêhatiyên xwe yên wê rojê, li ser axa xwe jiyana xwe dewam kirin.
Sal derbasbûn,ji sedemên guleyên jehrî hin kesên birîndar jiyana xwe ji dest dan.
Lê şahid û mexdûrên komkujiyê hovitiya wê rojê her roj jiyan,tu caran ji bîrnekirin.
Fotografên xizmên wan di dest wan de li edaletê geriyan. Serpêhhatiyên wan yê wê rojê wek çêrokek her tim hat gotin.
Û li kurdistan komkujî bi viya jî sînorkirî nema. Ev komkujiya dawî nebû.Piştî Dîgorê li gelek deverên Kurdistan komkujî pêk hatin.