Komkujî li Tambovê hate neletkirin

Komkujî li Tambovê hate neletkirin

Bi mebesta protestokirina komkujiya Parîsê ku sê jinên Kurd ên siyasetmedar têde jiyana xwe ji dest dan gelek Kurdistaniyên li bajarê Tambovê dijîn li navenda çand û hunerê ya Kurdan hatin gel hev.

Kurdistaniyên li bajarê Tambovê yê Federasyona Rûsya yê dijîn bi mebesta komkujiya li Parîsê ya ku tê de sê siyasetmedarê kurd yê jin hatinbû qetilkirin li navenda Çand û Hûner a Kurda kom bûn.

Girseya ku ji dehan kesan pêk dihat di saetên sibê li pêşiya navenda Çand û Hûner a Kurda kom bûn. Ji girseya kum bû re Endamê Kongreya Netewî a Kurdistanê (KNK) Şemayan Cemal Çetoyevîç axaftinek kir.

Cemal Çetoyevîç di axaftina xwe de bal kişand ser bi heqiyek mezin yê PKK li bajarê Ewropa xistine na listeya terorê ji vê komkujiyê berpirsyar in. Çetoyevîç axaftina xwe wiha berdewam kir: “

Bi zextên Tirkan bi bêheqiyek mezin dewletê Ewropa bêyi ku guhê xwe bidin kurdan PKK xistin nav listeya terorê. Îro li Ewropayê bi sedhezaran kes ji bo endamên PKK radibe ser piya. Pêwîste di serî de Fransa hemû dewletên Ewropayê hesabê vê komkujiyê bidin. Divê Fransa guh bide dengê bi dehhezaran kurd û faîlê vê komkujiyê bibîne. Em jî wek Kurdên li Rûsyayê dijîn neletê li berpirsê vê komkujiyê tînin.”

Piştî axaftina Çetoyevîç girseyê bi dirûşiman sê jinên Kurd yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî.