Komkujî li Japonya û Amerîka hat protestokirin

Komkujiya li Enqereyê ya zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da li Japonya û Amerîkayê hat protestokirin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku AKP û Erdogan ji komkujiyê berpirsyar in.

Komkujiya li Enqereyê ya zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da li Japonya û Amerîkayê hat protestokirin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku AKP û Erdogan ji komkujiyê berpirsyar in.

TOKYO

Li paytexta Japonya Tokyo Kurd û Japonên li ber Sefaretxaneya Tirk hatin gel hev, bi armanca protestokirina komkujiya li Enqereyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Di çalakiya ku nêzî 200 kes beşdar bûn, ji komkujiyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP berpirsyar hatin dîtin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Eyup Kurt ve hat dayîn banga, “Em bêdeng nemînin” hat kirin. 

Daxuyaniya Japonî jî ji aliyê Mehmet Yucel ve hat dayîn.

Di çalakiyê de dirûşmên, "Qatil Erdogan, "Terorîst Tirkiye" hatin gotin.

WASHINGTON

Li paytexta DYA Washington jî komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. Koma li ber Qesra Spî kom bû dewleta Tirk protesto kirin.

...