Komkujî li Bloîs hate lanetkirin

Komkujiya Enqereyê li bajarê Bloîs ê Fransa bi çalakiyekê ve hate şermezarkirin. Siyasetmedarên Fransayî di çalakiyê de axivîn, komkujî lanet kirin û bang li Yekîtîya Ewropa kirin ku bila têkîlîyên xwe yên bi Tirkiyeyê bi dawî bikin.

Komkujiya Enqereyê li bajarê Bloîs ê Fransa bi çalakiyekê ve hate şermezarkirin. Siyasetmedarên Fransayî di çalakiyê de axivîn, komkujî lanet kirin û bang li Yekîtîya Ewropa kirin ku bila têkîlîyên xwe yên bi Tirkiyeyê bi dawî bikin.

Li bajarê Bloîs ê Fransa, bi pêşengiya Însiyatîfa Gelê Bloîs, komkujiya li Enqereyê bi çalakiyekê hate protestokirin. Tevî Kurdistanî û Tirkiyeyiyan, nûnerên Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Partiya Antî Kapîtalîst a Nû (NPA) û Partiya Sosyalîst (SP) tevlî mîtîngê bûn.

Çalakî li pêşiya Walîtiya Bloîsê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir; dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Qatil AKP” hatin gotin.

Destpêkê li ser navê Partiya Komunîst Alexîs Boûchoû mafê axaftinê wergirt, komkujî lanet kir û destnîşan kir ku pêwîst e Fransa têkîliyên xwe yên bi Tirkiye re tavilê bi dawî bikee. Boûchoû got: “Divê gelê Fransa bi Kurdan re di nav piştevaniyekê de be.”

Piştî Boûchoû, ser navê Partiya Antî Kapîtalîst a Nû Floraîn mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku di bin her şert û mercî de li gel gelên Tirkiye û Kurdistanê ne. Floraîn der bir ku komkujiya Enqereyê rasterast Erdogan bi xwe organîze kiriye û wiha berdewam kir: “Pêwîst e YE têkîliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re tavilê qut bike. Ger welatên YE piştî vê komkujiyê li hember Tirkiyeyê helwesta xwe zelal nekin, ew ê bi xwe jî bibin berpirsê ku mirinên li Tirkiyeyê pêk bên.”

Herî dawî ser navê Însiyatîfa Gel a Bloîs Erdem Ayalp aşkera kir ku berpirsê komkujiyê Erdogan ê ku di şer de israr dike bi xwe ye, destnîşan kir ku divê gel li hember zîhniyeta Erdogan a komkujer li her qadê berxwedanê bilindtir bikin.

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşman ve bi dawî bû.

...