Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Kanadayê ji bo Efrînê bang kir
Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Kanadayê bang li hikumeta Kanadayê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.
Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Kanadayê bang li hikumeta Kanadayê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.
Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Kanadayê nameyek ji Wezareta Karên Derve re nivîsand û diyar kir ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jin û zarok jiyana xwe ji dest didin.
Di nameyê de hat gotin, "Rewşa heyî gefeke mezin li çareseriya aştiyane ya ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re dixwe."
Komîteyê destnîşan kir ku Efrîn yek ji herêmên herî aram û aştiyane yên Sûriyeyê ye û bi bîr xist ku gel derfetên gelekî kêm jî Efrîn ji bo koçberên Sûriyeyî bûye stargehek.
Komîteyê got, "Hêzên ku naxwazin ev herêm bi pêş bikeve îro dor li Efrînê girtine."
Komîteyê bang li hikumeta Kanadayê û civaka navneteweyî kir û got, "Bi ya me, ji bo Kanada û civaka navneteweyî mecbûriyeteke exlaqî ye ku destekê bidin gelê Kurd." Komîteyê xwest, êrîşa îllegal a Tirkiyeyê bi rengekî tund were şermezarkirin û ji Tirkiyeyê bê xwestin ku hêzên xwe tavilê vekişîne.