Komîteya Dîplomasiya Hevbeş encamnameya civîna xwe eşkere kir
Komîteya Dîplomasiya Hevbaş bi tevlîbûna 30 partî, sazî û dezgehên çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê civînek pêk anî û encamnameya civîna xwe ragihand.
Komîteya Dîplomasiya Hevbaş bi tevlîbûna 30 partî, sazî û dezgehên çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê civînek pêk anî û encamnameya civîna xwe ragihand.
Civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbaş a bi tevlêbûna 30 partî, sazî û dezgehên çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê pêk hatî encamnameya xwe ragihand. Di encamnameyê de tê diyarkirin ku rewşa çar parçeyên Kurdistanê bi berfirehî hatiye gotûbêjkirin.
Encamnameya Komîteya Dîplomaasiya Hevbeş wiha ye:
Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasiya hevbeş, roja 10.12.2017 an, civîna xwe ya sêzdemîn li navenda KNK’ê, li Brukselê pêkanî. Li gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhrtin û bûyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, her wiha helwest û bandora hêzên cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hategotûb’êjkirin. Li ser rewşa Başûr, bi teybetî karesata li Kerkûkê û deverên dabirayî rûdayî hate rawestan û ji bo xwedî derketina li gel û deskeftiyan nîqaşên berfireh pêkhatin. Heman demê li ser rewşa Bakur û Rojava, êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk ya li van parçeyan, tehdîta li ser herêma Efrînê, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, bi awayekî teybet hate rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin. Her wiha rewşa Rojhilat, rewşa piştî erdhejê, êrîşên dewleta Îranê û bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin. Di dirêjahiya guftugoyan da xebatên derbazbûyî yên Komîteyê hatin nirxandin û di encamê de ji bo dema pêş plansaziya xebatê hate çêkirin.
Komîta Dîplomasiya Hevbeş, li gel plansaziya giştî û karên xwe yên rojane, di nava xebateke diplomatîk de ye bi taybetî dixwaze lobî û dîplomasiyek xurt di sêrî de li Ewropa, Amerîkayê û li seranserê Cihanê bi pêş ve bibe.
‘DIJMINÊN GELÊ ME HEVALBENDIYA XWE NÛ KIRIN’
Kurdistan û Rojhilatanavîn ji nava rewşeke aloz de derbaz dibe. Şerekî mezin li herêmê heye û Kurdistan ketiye nava agirê vî şerî û ev şer li Kurdistanê geh bi êrîşên hêzên dagirker geh bi wekalet (cîgirî) bi rê ve diçe û tê kirin. Heta niha şerê dijî Kurdan piranî bi wekaletî dihata meşandin. Piştî referandûma Başûr dijminên gelê me, hevalbendiya xwe nûkirin û wan bi xwe rasterast êrîş anîn.
‘HÊVIYA GELÊ ME ŞIKANDIN’
Bi serkêşiya Tirkiyê, Tirkiye, Îran û Êraq hatin ba hev û li hember Başûrê Kurdistanê 16.10.2017 an de ketin êrîşê. Mixabin rêveberiya Başûr li ber xwe neda û Kerkûk jî di nav de, deverên dabirayî hemî ji dest dan. Deskeftiyên salan bi erzanî ketin destê dijminan. Di encamê de hate xuyakirin ku yên biryara referandûmê dayîn, yên ku eve serê dehan salan e başûrê Kurdistanê bi rê ve dibin, ne di warê dîplomasî, ne di warê siyasî, ne jî di warê askerî de amadekariyê baş nekirine. Ev rewş bû sedema şikestinekî mezin, hêviya gelê me şikand û prestîja gelê Kurd li raya giştî ya cihanê anî xwarê.
‘HEKE EM BIBIN YEK EM DIKARIN DESTKEFTIYÊN BAŞÛR BIPARÊZIN’
Rewşa Başûr di hemî alan de ne baş e, li gel vê karesatê jî heta niha yekîtiyeke xurt derneketiye pêş û hingî diçe krîza siyasî kûrtir dibe, li aliyê din qeyrana aborî berdewam e. Ya ji hemiyê xirabtir psîkolojiya gel e, gel xeyalşkestiye û ji rewşê bê hêvî bûye. Tehdît û gefên hukumeta Bexdayê berdewam in. Pêwîste li hember vê rewşê, hemî hêzên Kurdistanî xwedî li Başûr derkevin, deskeftiyên Başûr biparêzin, li gel gelê Başûr cihê xwe bigrin û hêviya serkeftinê bidin gel. Ev îmkan ev potansiyel heye. Eger em bi hev re gav bavêjin, hêzên xwe bikin yek û yekîtiya xwe çêkin, em ê deskeftiyên Başûr biparêzin û herêmên dabirayî jî rizgar bikin.
‘DEWLETA TIRK BI IRAQ, ÎRAN Û REJÎMA SÛRÎ RE, BO TÊKBIRINA KURDAN HEVALBENDÎ DANIYE’
Li Bakurê Kurdistanê, ev nêzîkî du sal û nîvan e şerekî giran û pir dijwar pêk tê. Dewleta Tirk bi hemî awayî, bi hemî çekên giran bê sînor êrîş dike. Di êrîşên xwe de, ne heq (maf) ne huqûq ne jî qanûnan nas nake. Gund û bajaran wêran dike, jîngehê dişewitîne û kesên sivîl hedef (armanc) digre û dikuje. Siyaseta legal amanc digre, parlamenter û şaredar jî di nav de siyasetmedaran dixe zindanan, şaredaran ji wezîfê (kar) dûr dixe û dest datîne ser şaredariyan. Li hember van êrîşan, gelê me û şervanên azadiyê jî, bi fedakariyek mezin berxwedanekî bê hempa dimeşînin û piraniyên êrîşên dijminan vale dertînin.
Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur li seranserê cîhanê jî dijmintiya gelê Kurd dike. Siyaseta Dewleta Tirk ya di qada dîplomatîk de li ser bingeha dijminatiya Gelê Kurd hatiye avakirin û tê meşandin. Dewleta Tirk, ev demeke siyaseta xwe ya Suriyê guherandiye, dijî gelê Kurd bi Îran, Iraq û Rejîma Surî re ketiye nava peywendiyan û bend girêdane. Amanca wê ew e ku bi desteka van hêzan weke çawa li Başûr kirin û li Rojava jî bi hev re êrîşan bibin ser gelê Kurd û deskeftiyên Kurdan têk bibin.
Dewleta Tirk, eve serê dehan salan e gelek deverên Başûr bombe dike, 20 sal zêdetir e hinek hêzên xwe li Başûr bi cih kirine û dernakeve. Ev hêz hemî dij gelê me û deskeftiyên gelê me anîne û dixwaze pêşiya hêzên azadiyê bigre. Dewleta Tirk ji mafê xwe dibîne ku hinek hêzên Kurdî li Başûr tehdît bike û li Şingal û deverên din, dixwaze siyaseta xwe bi darê zorê pêk bîne. Piştî hevkariya xwe bi Îran û Êraqê re pêkanî, êrîşên xwe yên li ser qada Başûr firektir kirine. Bombebarandina li ser çiyayê Asos û êrîşa li ser wargeha Şehîd Rustem ya Mexmûrê nîşanê vê yekêne.
DEWLETA TIRK NAXWAZE KU TI STATÛYEKE KURDAN HEBE
Ji destpêka şoreşa Sûrî û vir ve, helwesta Dewleta Tirk ew e ku li Rojavayê Kurdistanê çi statû ji Kurdan re çênebin. Heta niha di sêrî de DAÎŞ, hemî hêzên Selefî û hêzên şoven, dijî gelê me destek kirine, geş kirine û dane êrîşkirin. Dema dît bi van hêzan nikare pêşiya şoreşa Rojava bigre, vê carê bi hêzên xwe dest bi dagirkeriyê kir. Ev 15 meh in hêzên Dewleta Tirk derbasî hinek deverên Rojavayê Kurdistanê bûne û êrşên xwe berdewam dikin. Niha jî herêma Efrînê ji xwe re kiriye amanc.
‘TÊKÇÛNA ROJAVA JI BO HEMÛ KURDISTANÊ ZIYANEKE MEZIN E’
Li gel hemî van êrîşan jî, şoreşa Rojava bi serkeftî berdewam dike û roj bi roj pêş de diçe. Bajarê Reqayê ku paytextê DAIŞê bû hate rizgarkirin, peyre jî deverên bakûr û rojhilatê Dêrezorê hatin rizgarkirin. Lê pêwîst e were zanîn dijminên gelê me pir in û herdem dixwazin planên xirab li ser gelê me çêkin û bimeşînin. Dijminên me dixwazin şoreşa Rojava têk bibin. Têkçûna Rojava ziyaneke mezine ji bo hemû Kurdistanê. Divê rewşa Rojava, weke rojeveke sereke bê destgirtin û gora wê kar bê kirin. Teybetî di warê dîplomasiyê da pêwîste Rojava rojeva yekemîn be û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê çêkirin.
‘ÎRAN BI TI AWAYÎ MAFÊ GELÊ KURD QEBÛL NAKE’
Li rojhilatê Kurdistanê, siyaseta askerîkirin, çewsandin û asîmîlasyonê ya Dewleta Îranê berdewam e. Îran bi ti awayî mafê gelê Kurd qebûl nake. Her çend şereke mezin li Rojhilat nebe jî, lê alozî berdewame. Dewleta Îranê, siyaseta xwe ya çavtirsandina gel bi darvekirina siyasetmedarên Kurd berdewam dike. Herwiha ew siyaseta bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê, bê navber bi awayekî sistematik dimeşîne. Tîcareta navbera parçeyên Kurdistanê qedexe dike û kolberan dikuje. Di erdheja herêma Kirmaşanê de dewleta Îranê weke tê xwestin li gel xwedî derneket û nehişt hevkariya Kurdên parçeyên din û derve bigihê gelê herêmê. Îran ne tenê di nav xwe de, her wiha di seranserê herêmê de jî, dijÎ deskeftiyên gelê me ye. Îran, li Sûrî û Iraqê xwedî bandoreke mezin e û dijê gelê me weke dewra berê di Dewleta Tirk re di nava îtîfaqê da ye. Dagirkirina Kerkûkê û deverên dabirayî de rola mezin ya Îranê bû.
Her çend hêzên dagirker dijê gelê me di nav îttîfaqan da bin jî, lê nakokiyên wan jî pirin. Li gel van êrîş û aloziyan jî, rewşa herêmê û rewşa Kurdistanê hatiye guhertin. Çavên hêzên sereke yên cihanî li herêma me ne. Kurd hêdî di herêmê da bûne aktorek mezin. Hêzên cihanî Kurdan jî hesap dikin û dikevin nava peymanan. Îmkanên serkeftinê ji hemî deman zêdetir bûne û zêdetîrîn jî.
Civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:
1- Başûrê Kurdistanê di rewşeke hesas de derbaS dibe. Divê Bakûr, Rojhilat, Rojava û hemî hêzên Kurdistanî vê rewşa hesas berçav bigrin û ji Başûr re bibin alîkar. Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi elternatîveke demokratîk heye. Pêwîste hukûmeteke wêrek û perlementoyek bi îrade li ser kar bin û sîstemek demokratîk bê avakirin.
2- Pêwîst e hukûmeta herêmê dest bi çaksaziyên (reform) bingehîn bike û rûbirûyê gendeliyê bibe, ew kesên tevlî gendeliyê bûne, ji kar dûrbênexistin û bêne cezakirin.
3- Divê hukûmeta herêma Başûrê Kurdistanê, bi zû û bi cidî ber bi awayekî zelal û şefaf li ser rewşa aborî raweste, mûçeyên karmendan bide, jiyana xelkê baştir bike, xwedî kesên mexdûr û zeredîtî derkeve.
4- Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo ji nû ve tawanên koçberkirin, Erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140 pêkneyên, ku ji niha ve di vî warî de karên bi şik û guman têne kirin.
5- Ew êrîşên li ser gel, awarekirin û şewitandina mal û jiyana xelkê ku li Xurmatû û derdora wê hatîne encamdan, em bi tundî şermezar dikin. Divê kesên koçberbûyî bizivirin malên xwe û zerer û ziyana wan bê tezmînkirin.
6- Bombarankirina kampa Mexmûrê û şehîd û birîndar bûna nişteciyên kampê, ya ku di bin çavdêriya Netewyên Yekbûyî de bûn, em weke tawaneke mezin dizanîn û berpirsatiya vê tawanê dikeve stûyê hukûmeta Bexda yê û rêxistina Neteweyên Yekbûyî.
7- Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskeftên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin.
8- Em dixwazin hemî gelên Kurdistanê, piştevan û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Ku îro zêdetir ji her demekê pêwîstî bi destekê heye. Divê di warê dîplomtîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêdene. Serkeftina Bakur, dibe serkeftina hemî Kurdistaniyan.
9- Ev e nêzîkî sê salan e hevdîtin li gel Birêz Ocalan hatîne qutkirin û ev e 15 meh in çi xeber jê nayêne girtin û dibin tecrîdek girankirî de ye. Em kampanya azadiya Birêz Ocalan destek dikin û çalkiyên dijê vê tecrîda girankirî silav dikin.
10- Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakurê Sûriyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye.
11- Em êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê, gef û tehdîtên li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberiya Rojava cihê xwe digrin. Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya sereke ye û ji bo ji navbirina van êrîşan karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîst e piştevaniya federaliya Bakura Sûriyê bê kirin û xebat ji bo nasandina fermî ya Federasyona Bakura Suriyeyê bêne xurt kirin.
12- Li ser pirsgêrêka Surî li bajarên Cinêvê û Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan (rikberiyan) da hevdîtîn nû têne çêkirin. Lê rêveberiya Bakurê Surî û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, wê van encaman nasnekin.
13- Komara Îslamî ya Îranê, li ser eskerîkirina Rojhilatê Kurdistanê, siyaseta şiddet û tirsandina gel, kuştina kolberan, îşkencekirina û îdamkirina zîndaniyên siyasî her berdewam e. Herwisa wê siyaseta xwe ya bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê, bi awayeke sîstematîk rêve dibe. Em bi tundî vê siyaseta dewleta Îranê şermezar dikin.
14- Em bi hemî awayî piştgiriya gelê xwe yê rojhilatê Kurdistanê dikin, hêvîdarîn ku hemî gelê Kurd û bi taybetî Kurdên diyasporayê bi hemî awayî hevkariya zererpêgihiştiyên erdheja Kirmaşan û derdora wê bikin. Di heman demê de, em guhnedan û xemsariya Komara Îslamiya Îranê ya li hember gelê herêmê, bi tundî şermezar dikin.
15- Em ji hemî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilat daxwaz dikin, zêdetir nêzîkî hev bibin û bi hev re hevkariyê bikin, da ku baştir deng û rewatiya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigihînin.
16- Ji bo zulma DAÎŞ’ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîriya keysa Êzîdiyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagirkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şengal bikeve pratîka avadankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin û Gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
17- Em piştgiriya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Suryanî – Asurî – Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm (gelên kevin) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.
18- Em piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare dikin û bi taybetî ewên li çeperên berxwedanê de ne. Civîn dîsan hewl û tekoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên kurd yên Êzidî dubare dike û vê meselê di her qadê da dişopîne.
19- Pêwîst e hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasiyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasiyê da xetên sor yên berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin.
20- Em Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasiyê bikin.