Komîteya Amadekar: Çalakiya me ya kon didome

Çalakiya kon a ji 22’yê Sibatê li ber avahiya PE ya li Strasboûrg û Brukselê bi armanca balkişandina ser qetlîamên AKP’ê yên li Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, didome.

Çalakiya kon a 22’yê Sibatê-12’ê Adarê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber Parlamentoya Ewropa (PE) û piştre ji 15’ê Adarê ve li ber PE ya li Brukselê hat lidarxistin, dewam dike. Komîteya Amadekar a Çalakiyê têkîldarî nûçeyên medyaya alîgir ên îro daxuyanî da, peyama dewamkirina çalakiyê ragihand.

Di daxuyaniya komîteya amadekar de hat diyarkirin ku pankart û wêneyên çeteyên Erdogan û AKP’ê teşhîr dike, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû gelekî ne rehet kiriye. Komîteyê her wiha da xuyakirin ku ji ber êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê dimeşîne ji raya giştî ya Ewropa re radigihînin, çapemeniya tirk çalakiya kon kiriye hedef, wiha dewam kir: “Li hember reşkirin û derewên medyaya Tirk em didin xuyakirin ku 19’ê Adarê wê çalakiya me ya kon li heman cihê xwe û bi heman tempoyê bidome.”

...