"Komîsyona Şopandinê" ya li Şemzînanê ket ser rê
"Komîsyona Şopandinê" ya li Şemzînanê ket ser rê
"Komîsyona Şopandinê" ya li Şemzînanê ket ser rê
"Komîsyona Şopandinê" ya navçeya Colemêrg Şemzînanê, ji bo vekişîna gerîlayên HPG'ê bişopînin, da ku bûyerek neyînî neqewime, li 6 herêmên cûda belav bûn.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo vekişîna gerîlayên HPG'ê ya ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û piştî daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê, hêzên gerîla îro dest bi vekişînê kirin.
Nûnerên BDP û rêxistinên civakî yên sivîl ên li navçeya Colemêrg Şemzînanê ne, 6 komîsyonên cûda yên şopandinê avakirin.
Ev "Komîsyonên Şopandinê" yek bi yek çûn herêmên Rûbarok, Zerdan, Botan, Şehîdan, Sêkoşeya Şeytan û Çarçela.
"Komîsyonên Şopandinê", wê li vê derê liv û tevgera leşkerî ya di dema vekişîna hêzên gerîla de bişopînin.
Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku ji îro danê sibê û vir ve li herêmên Bêgaltê û Xapûşkê yên ser bi bajarokê Rûbarokê operasyona leşkerî destpê kiriye.
Hat hînbûn ku veguhestina leşkerî ya ber bi herêma operasyonê jî dewam dike.