Komîsyona jinan a KCD'ê encamên komxebata xwe eşkere kir

Komîsyona jinan a KCD'ê encamnameya komxebata xwe ya ku di 3'ê Mijdara 2019'an de bi tevlîbûneke xurt pêk anî eşkere kir.

Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 3'ê Mijdara 2019'an de bi tevlîbûna gelek jinên helbestvan, nivîskar, çîroknûs, senarîst, edîtor, aktîvîstên tevgera jinên azad, nûnerên sazî, partî û siyasetmedarên jin tevlî komxebata bi navê 'Jinên nivîskar' bûn.

Encamnameya komxebatê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Encamname wiha ye:

"Jin ligel ku ji hêla dewlet, aborî, makezagon, mêr û malbatê ve rastî astengiyan tê û tevî ku ziman, çand û wêjeya Kurdî hatiye qedexekirin, li çar aliyên Kurdistanê jinan bi hestên kurdewarî çarenûsa ku serdestiya mêr û pergalê li ser ferzkiriye red kiriye. Jina Kurd ked daye û bi dengê xwe ziman û wêjeya xwe parastiye ji dîrokê heta îro; bi lorînên hêja, şahî û şîn, evîn û hesret, êş û kêfxweşî, pirsgirêk û çareserî bi dilgermiya xwe dikin mîrateya hevpar a civakê. Jin bi dengê xwe yên hundirîn û hestên kûr re jiyana xwe dikin stran û çîrokên xwe vedibêjin. Ev yek jî giyana jina Kurd a têkoşer derdixîne holê.

Li Bakûrê Kurdistanê cara yekemîn e ku Komxebata Jinên Nivîskar ên Kurd hat lidarxistin. Di vê Komxebatê de mijarên wekî di dîroka Kurdistanê de Dengbêjî û Nivîskariya jinan û pirsgirêkên dijîn, Di Weşan û Wêjeya Kurdî de Zayendparestî, Di Zîndanan de Jin û Nivîskarî, Teşwîqkirina Çapkirin û Nivîsandinê hatin nîqaşkirin.

Di mijara Dengbêjî û nivîskariya jinan de di dîrokê de heta îro jinên Wêjevan û Dengbêj hatin danasîn û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû mane hatin vegotin. Her wiha jinên ku berhemên wan hebûn e, ji ber ku ev berhem nehatine zanîn û çapkirin navê wan nehatiye bihîstin, ev berhemên ku jinê nivîsiye û gotiye di nava civakê de wekî berhemenên gelerî tên zanîn hatin bibîrxistin. Di nîqaşan de hat gotin ku ligel yekemîn Dengbêjî bi keda jinan hatiye afirandin jî; ev rastî heta îro baş nehatiye zanîn. Ji ber wê jî divê li ser vê mijarê lêkolînên kûr çêbîbin û li mîrateya wan a dîrokî xwedî bê derketin.

Di mijara Weşan û Wêjeya Kurdî de Zayendperestî, ji zimanê mêran ê zayendperest di weşanan de jinan wekî obje dibîne û tîne zimên û ev bi taybetî ji aliyê beşdarvanan ve hat rexnekirin û teşhîrkirin. Zimanê ku jinan di roman û nivîsên hwd. de biçûk dixe mînak; kuştin, namûs, tacîz, tecawuz, revandinê û wê hişmendiyê asayî dibîne û pêşkeşî civakê dike, bi tundî hat rexnekirin. Çavkaniyên nivîs û nivîskariya jinê kollektîf were nivîsandin û li ser navê nivîskarên nûnerên kurd were çapkirin û di weşanan de têgehên zayendperestî, nîjadperestî, olperestî û milîtarîzm bên teşhîrkirin,  hate nîqaşkirin.

Her wiha bal hat kişandin ku têgehên baviksalarî yên wekî; namûs, welatê bav û kalan, biratiya gelan û hwd. cihê rexneyê ne û ji Etîmolojiya Kurdî dûr in.

Di mijara “Di Zîndanan de Nivîskarî û Jin” de jî şert û mercên di zîndanan de hatin vegotin û behsa zor û zehmetiyên bi salan e di zîndanan de di warê nivîsandinê de tên jiyîn hat kirin. Li ser jinên Nivîskarên di zîndanan de astgengiyên ku jinên girtî û hikûmxwarî ji ber nivîsên xwe pê re rû bi rû mane yek bi yek hatin vegotin, lewre di her lêgerîn û sirgûnan de berhemên wan ji hêla rayedarên zîndanan ve tên desteserkirin. Tevî ku nivîsen wan têne qedexekirin û astengiya dijîn jî jinen di zindanan de bi awayekî dinivîsin û bi derve re parve dikin. Jinên nivîskar ên girtî li derve jî bi xemsariya weşanxaneyan re rû bi rû dimînin. Xemsariya weşanxaneyan a ji bo berhemên girtiyan bi taybetî yên jinan hat rexnekirin û hat ragihandin ku ji ber vê helwest û nêzîkatiya weşanxaneyan, gelek berhem nehatine çapkirin. Divê li Nivîskarên di zîndanan xwedî bê derketin, pirtûkên wan di fûaran de îmze bikin, bidin nasandin û qunciknivîsande bikin rojev.

Di mijara 'Teşwîqkirina Çapkirin û Nivîsandinê' de jî di qada nivîsê de hejmara jinên dinivsînin kêm hat dîtin, rê û rêbazên teşwîqkirinê hatin nîqaşkirin û biryar hat girtin ku, ji 3 mehan carekê Nivîskarên jin werin gel hev û bi xebatên ji bo nivîskarî pêşkeve atolyeyên nivîskariya jinan werin li dar xistin û jin ji bo nivîskariyê bê teşwîqkirin.

Di encamê de 'Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê' hat avakirin.

Pêşniyarên wekî; Termînolojiya Kurdî bê lêkolînkirin, Ji bo çapkirina berhemên jinên Nivîskar pêşniyarî li Weşanxaneyan bê kirin, dîsa ji bo Nivîskarên jin pêşkevin xebatên atolyeyên nivîskarî bên lidarxistin û hwd. hatin girtin. Pêşniyar û biryarên ku hatin girtin ji hêla Platforma ku hatiye avakirin xebat bên kirin û ev xebat bi raya giştî re bên parvekirin."