Komên Otonom şewitandina qemyona DB’yê girt ser xwe
Li Paytexta Elmanya Berlînê, li Weddîngê komên otonom qemyoneke Rêya Hesin a Elman (DB) şewitandin.
Li Paytexta Elmanya Berlînê, li Weddîngê komên otonom qemyoneke Rêya Hesin a Elman (DB) şewitandin.
Li gorî nûçeya Berlîner Zeîtungê li Weddîngê 8’ê Tebaxê qemyoneke DB’yê hate şewitandin. Komeke otonom a Elman beriya bi çend rojan bi daxuyaniyekê berpirsyariya bûyerê girt ser xwe. Komê got ji ber sedema ku DB desteka lojîstîk dide NATO’yê û artêşa Tirk ev çalakî kirine.