Komên çete vê carê heyeta navbeynkar girt
Komên çete vê carê heyeta navbeynkar girt
Komên çete vê carê heyeta navbeynkar girt
Heyeta ku ji Kurd û Ereban pêk dihat û ji bo rawestandina pevçûnan çû Girê Spî (Til Ebyad) da ku bi komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîladî Şam û Ehrar El-Şam re hevdîtinê pêk bînin, ji aliyê heman koman ve hatin girtin. Piştî demekê endamên heyetê yên Ereb hatin berdan, lê yên Kurd hîn di destê van koman de ne.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, piştî ku li Gîrê Spî şer dîjwar bûn ji bajarê Reqqayê heyeteke ku ji Kurd û Ereban pêk tê, bi armanca navbeynkariyê çû Girê Spî. Hate ragihandin heyet ji 10 kesên ku 5 ji wan Kurd, 5 jî Ereb bûn di 21’ê Tîrmehê de çû Girê Spî û xwest ku bi komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîladî Şam û Ehrar El-Şam re hevdîtinan pêk bîne.
Li gorî agahiyan dema endamên heyetê ji bo hevdîtinê çûn cihê rayedarên van koman, hatin girtin. Piştî demekê komên çekdar 5 endamên heyetê yên Ereb berdan, lê 5 endamên Kurd girtin. Hate ragihadin ku 5 endamên heyetê yên Kurd hîn di destê van koman de ne.