Komên çete li Girê Spî êrîşî Kurdan kirin
Komên çete li Girê Spî êrîşî Kurdan kirin
Komên çete li Girê Spî êrîşî Kurdan kirin
Hate ragihandin ku li Girê Spî duh endamekî komên çete yên girêdayî El-Nusra hatiye kuştin û li ser vê yekê jî El-Nusra dest bi girtin û êşkencekirina Kurdan kiriye. Heman kom ketine gundê Til Xeder û ji gundiyan xwestine ku heta sibe gund vala bikin. Li aliyê din li gundên Mehmudiyê, Sarinê û Xefiyê jî di navbera van koman û YPG’ê de şerên dijwar diqewimin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, duh li navenda bajaroka Girê Spî endamekî komên Çete yên El-Nusra ji aliyê kesên nediyar ve hatiye kuştin. Piştî vê bûyerê komên çete yên El-Nusra li nava bajarok welatiyên Kurd girtine, heqaret û êşkence li wan kirine. Hate ragihandin ku hinek ji van welatiyan hatine berdan, lê hinek jî hîn di destê wan de ne.
ÊRÎŞÎ GUND KIRIN
Di vê navberê de heman kom îro ketine gundê Til Xeder ê girêdayî Girê Spî û ji gundiyan xwestine ku heta sibe gund vala bikin.
Li aliyê din hate gotin ku li derdora gundên Mehmudiyê, Sarincê û Xefiyê jî li ser êrîşa komên çete, di navbera wan û hêzên YPG’ê de şer derket. Hate ragihandin ku şerê beriya niha destpê kiriye, hîn didome û çekên giran têne bikaranîn.