Komên çete bi topan êrîşî gundê Kendal kirin
Komên çete bi topan êrîşî gundê Kendal kirin
Komên çete bi topan êrîşî gundê Kendal kirin
Hate ragihandin ku komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra, ligel agirbesta ku YPG’ê ji ber Cejna Remezanê îlan kiriye jî, bi topan êrîşî gundê Kendal kirine.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, komên çete di roja yekemîn a Cejna Remezanê de jî êrîş pêk anîn. Hate ragihandin ku komên çete di saetên êvarê de ji gundê Camis topên hawanê avêtin gundê Kendal. Derbarê encamên êrîşê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hate gotin ku topbaran didome.