Komên çekdar li Helebê mala kurdekî şewitandin
Komên çekdar li Helebê mala kurdekî şewitandin
Komên çekdar li Helebê mala kurdekî şewitandin
Welatiyê kurd Welîd Miho diyar kir ku koma çekdar a girêdayî Partiya Azadî, mala wî ya li Taxa Eşrefiyê ya Helebê bi temamî şewitandiye.
Piştî bûyerên li Gundê Birc Ebdalo û Basûtê yên Efrînê, koma çekdar a girêdayî Partiya Azadî (Mistefa Cuma) ya xwe li ser Artêşa Azad hesab dike, mala welatiyê kurd Welîd Miho ya li Taxa Benî Zêd a Eşrefiyê bi temamî şewitandin.
Derbarê bûyerê de xizmê Welîd Miho yê bi navê Hisên Şêxo dazanîn ku ne cara yekêye ev komên çekdar kiryarên bi vî rengî dikin û got: ''Mala Welîd di dema pevçûnên Eşrefiyê de li ser destê heman koma çekdar û tabûra bi navê Selah Eldîn a girêdayî Partiya Azadî de hate dizîn, her wiha heman komê mala xwîşka min ya Endama Yekîtiya Star Zahîde Şêxo di 9'ê Adarê de şewitandin û piştî bûyera li Basûtê û Birc Ebdalo yên Efrînê mala Welîd Şewitandin.''