Komeleya Çanda Elewiyan a Hûbyar Sûltan bibîr xist ku serokê wan Kenanoglû ji HDP'ê namzet hatiye nîşandan û destnîşan kir, ku hebûna Kenangolû li Meclîsê wê tevkariyê li têkoşîna Elewiyan bike. Komeleyê got, "Em, destekkirina HDP'ê weke wezîfeyeke dîrokî dibînin."
Serokê Komeleya Çanda Elewiyan a Hûbyar Sûltan Alî Kenanoglû, ji ber ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêma 3. bû namzet, ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Aydin Denîz ê bû serokê nû yê komeleyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku weke komeleyê ew ê destekê bidin HDP'ê.
'ELEWÎ WÊ LI MECLÎSÊ BIAXIVE'
Denîz got, "Di dema pêş de, der barê ji nû ve sererastkirina Tirkiyeyê, çêkirina Destûra Bingehîn a nû û li hemberî sirara AKP'ê ya sîstema Serokatiyê, Elewî wê gotin û sekna xwe li Meclîsê nîşan bidin û em vê yekê girîng dibînin." Denîz ev xal destnîşan kir: "Dema dengên namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê ji vê herêmê bi dest xistî li ber çavan were girtin, li ser hilbijartina namzetê rêza 4. a herêma 3. ya Stenbolê, ti şik û gumana me nîne.
'RÊYA YEKANE DERBASBÛNA HDP'Ê JI BENDÊ YE'
Em weke wezîfeyeke dîrokî dibînin ku canên me bi taybetî li vê herêmê û bi giştî jî li gelemperiya Tirkiyeyê destekê bidin HDP'ê. Yekane rêya qelskirina AKP'ê û pêşîgirtina li sîstema Serokatiyê ku ev sîstem wê dîktatoriyê qanûnî bike, derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê ye. Komeleya me ya ku ev rastî dît û li gorî wê tevgeriya, destekkirina HDP'ê ji bo pêşeroja welat û civaka me girîng dibîne."