Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûse kongreya xwe pêk anî
Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûse, 3. kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûse, 3. kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûse, ku ev pênc sal in li bajarê Toûloûse yê Başûrê Fransayê ye, 3. kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Kongre li avahiya komeleyê ya li L'Ûnîonê pêk hat û bi gulbengê dest pê kir. Piştre Pîr Abbas axivî û diyar kir ku divê Elewî hê bêhtir xwedî li dergehên xwe derkevin. Pîr Abbas got, "Ji bo ciwanên me di nava sîstema kapîtalîst de asîmîle nebin, divê dayik û bav îqrara ocax û pîran xwedî derkevin."
Velî Kaya jî ku ji bo serokatiya dîwanê hate hilbijartin, qedir û qîmetê ku baweriya Elewîtiyê dide jinan, nirxand.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Elewiyan a Demokratîk Jînda Denîz jî got, "ELewîtî baweriyeke civakî ye ku mafên jinê, wekhevî, edalet û parvekirinê esas digire." Denîz bang li civata Elewî kir ku xwedî li bawerî, komele û dergehên xwe derkevin.
Hevberdevkê Federasyona Komeleyên Elewiyan a Demokratîk li Fransayê Erdogan Ergîn got, "Mirov ji bo zarokên wan baştir bijîn, bi kedeke mezin xaniyan çêdikin û kargehan ava dikin. Divê em bi heman ked û daxwazê xwedî li bawerî û felsefeya xwe derkevin ku karibin ji nifşên nû re bihêlin.
Di encama hilbijartinê de Naîme Ûgûrlû û Hanîfî Yanar bûn hevserok. Alî Arslan, Şevket Çîftçî, Hasan Kartal, Yildiz Gokbûdak û Abbas Meral jî ji bo rêveberiya komeleyê hatin hilbijartin.