Komeleya Çanda Kurd a Teofîlosê kongreya xwe ya 5. lidar xist
Li Qibrisê, Komeleya Çanda Kurd a Teofîlosê, kongreya xwe ya 5. lidar xist.
Li Qibrisê, Komeleya Çanda Kurd a Teofîlosê, kongreya xwe ya 5. lidar xist.
Li Qibrisê, Komeleya Çanda Kurd a Teofîlosê, kongreya xwe ya 5. lidar xist. Di kongreyê de komîsyonên çand-huner, jin, ciwan, maf û edaletê hatin avakirin û hevserokên nû hatin hilbijartin.
Di axaftinên li kongreyê de Mehmet Tûnç ê li Cizîrê, Pakîze Nayir a li Silopiyayê û hemû şehîdên xwerêveberiyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn û soz hat dayîn ku wê xebatek hêjayî wan be, were meşandin.
Endamên Sendîkaya PEO ya Qibrisê, Meclîsa Gel a Fîlîstînê û Serokatiya Şaredariya Lîmasolê jî weke mêvan beşdarî kongreyê bûn û diyar kirin, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan zêde bikin.
Kongreya ku 37 endamên meclîsê hatin hilbijartin, diyarî Hefteya Lehengiyê hat kirin.