KOMAW: Ji bo Ocalan divê gav werin avêtin
KOMAW bal kişand ser fikarên têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêbertiya me xala me ya herî hesas e.”
KOMAW bal kişand ser fikarên têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêbertiya me xala me ya herî hesas e.”
Saziya Şehîd û Malbatên Windayan a Ewrûpayê (KOMAW) têkildarî fikarên li ser tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
‘EM Ê QIYAMETÊ RAKIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Di rojên dawîn de têkildarî jiyan û tendirustiya Rêbertiya me bi destê medyaya şerê taybet nûçeyên qirêj tên weşandin. Ev nûçeyên qirêj me dixe nav fikaran.
Rêbertiya me sedema hebûn û jiyana azad e. Ji ber vê jî Rêbertiya me xala me ya herî hesas e. Em vê rewşê bi tu awayî qebûl nakin. Heke êrîşeke biçûk li dijî Rêbertiya me were kirin em ê qiyametê rakin!
BANGA JI BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ Û GEL
Divê ev nûçeyên qirêj werin sererastkirin. Daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê mirov têr nake. Divê dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP’ê agahdariyeke zelal bike. CPT û saziyên navneteweyî jî bêdeng dimînin.”
REQA HATE SILAVKIRIN
Di daxuyaniya KOMAW’ê de bal hat kişandin ser êrîşa dagirker a li hemberî Reqayê û reva Barzanî. Di heman demê de rizgarbûna Reqayê jî hate silavkirin.