Komalên Jinên Ciwan: Werine berxwedanê!

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ji bo Rojava bi giyanê seferberiyê bangî berxwedanê kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Çawa ku faşîzm her şaneya me dike hedef, divê em jî li her derê faşîzmê bikin hedef. Bi çalakiyên xwe em dikarin derbên mezin li faşîzmê bixin. Jinên ciwan ên li her parçeyên Kurdistanê û Ewropayê tê de, em bang li hemû jinan dikin ku bila tevlî nav berxwedanê bibin. Divê jin bi giyanê seferberiyê tevlî nav refên Rojava bibin. Divê dibistan werin boykotkirin, kes dikanên xwe venekin û bi pêşengiya jinên ciwan em têkevin nav serhildanê. Divê bi giyanê seferberiyê em tevlî nav refên YPG û YPJ’ê bibin.”