Komalên Ciwan: Ev êrîş bê bersiv namîne

Komalên Ciwan: Ev êrîş bê bersiv namîne

Rêxistina Komalên Ciwan di derbarê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd de daxuyanî da û diyar kir ku, dê ev êrîş bê bersiv nemîne.

Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniya dayî de diyar kir ku, li dijî têkoşîna azadiya Kurd komplo û komkujiyên herî sînsî pêk hatine û hat gotin ku, Kurd feraseta mêtînger ya faşîzan baş nas dike. di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, dewleta Tirk di polîtîkayên qirêj de israr dike û wiha berdewam kir: “ Çawa dibe ku di demeke ku dewlet ji dema ku dibêje aştî-muzkare, faşîzm derdikeve asta herî jor. Bila kes ne li bendê be ku em nebêjin ev bê agahiya AKP’ê çêbûye. Komkujî îstîxbarata hevpar ya Fransa û Tirkiyeyê ye. Em vê komkujiyê wisa digirin dest. Hêzên faşîzan bi zanebûn di vê pêvajoyê de ev hevalên me hedef girtine. Van hevalan di şer de jî di aştiyê de rola pêşeng lîstine. Ji ber vê van hêzan ev hevalan xetereya herî mezin dîtine û qetilkirin. Hevala Sakîne sembola jiyana azad ya hemû jinane. Ev komploya li dijî hevala Sakîne pêk hatiye ne tesadufe, plana li ser maseyê hatiye çêkirine.

Di berdweamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevala Leyla Saylemez-Ozgur kadroya Komalên Ciwan bû. wek jinek û ciwanekê jiyana xwe da ser şoreşê. Lê li dijî kapîtalîzma Ewropayê tu carî têk neçû û her tim wek jineke ciwan ya Kurd ya berxwedêr ya Amedê berxwedaye û taybetiya xwe qet winda nekiriye. Di 2009’an de dema Zanîngeh dixwend ji Almanyayê tevlî qada azadiyê bûye û di 2010’an vir de di xebatên ciwanan de cih girtibû. Tenê xeyalek wê hebû ev jî ji bo hêviyên xwe re bibe bersiv bû. Soza xwe li ser pêkanîna xewna serokatiyê ya li ser Bircên Amedê dîtibû dabû. Em jî soz didin ku de hêjayî vê biryara hevala xwe bin.

Hikûmet û siyaseta wê ya ku li dijî têkoşîna gelan ne cidiye mahkumê polîtîyên bi xwîn û derewe. Li dijî vê israr û neguherînê em jî dibêjin dê hesabê vê komkujiyê teqez em dê bipirsin.

Gelê Kurd hêj jî rastî her cûreyê komkujiyê tê. Ev 40 sale têkoşîna azadiyê bi pêşengiya PKK û Gelê Kurd tê meşandin. Niha di qonaxeke dîrokî de ye. Vê pêvajoya dîrokê hemû cîhan dişopîne. Sekna polîtîk û rêxistînî ya gelê Kurd derxistiye holê ji bo dijmin bûyer bersivek mezin. Ev vîn bi kedek mezin derketiye holê. Em bang li ciwanên Kurd dikin ku, bila bikevin nava berxwedanê. Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku bila dijî vê komkujiyê bi çalakiyên misîlemeyê bibin bersiv. Kesên ev êrîş bê pêk anîne bila bizanin dê bersiveke vê teqez hebe. Em dîsa bang dikin ku, bila xwedî şehîdên xwe derkevin.”