Komalên Ciwan: Divê serhildan derkevin asta herî jor

Komalên Ciwan: Divê serhildan derkevin asta herî jor

Tevgera Ciwanan a Komalên Ciwan plana AKP’ê ya çareseriyê weke “çareseriyekî bê Kurd” nîşan da û ji bo şikandina dorpêça Kobanê banga divê serhildan derkevin asta herî jor kir.

Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Felsefeya damezrandinê ya dewleta Tirk a faşîst li ser tunekirina gelê Kurd hatiye damezrandin û li Kobanê cardin rûyê xwe bi hemû alî ve derxistiye holê.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Sê sal in ji bo fetisandina destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava bi dest xistine, hemû hêza xwe ya dîplomatîk, leşkerî, aborî seferber kiriye. Dibin navê kilifekî şerê li dijî Esad de li hemberî Kurdan ji bo hemû komên radîkal perwerde kiriye, çek daye wan û ji bo şerê dijî Kurdan şandine Rojava. Desteka daye çeteyan rewşeke pir zelal a li ber çavên hemû dinyayê ye. Pêvajoya li Kobanê rû dide derxistiye holê ku dewleta Tirk di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ti niyeta wê nîne, hîna zîhniyeta di dema destpêkê ya damezirandinê de ya tunekirina Kurdan  û qetilkirina wan zindî ye. Nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya pêvajoya çareseriyê tinekirina Kurd e.”

Komalên Ciwan got: “Ji bo AKP’ê çareserî tunekirina Kurd e” û wiha dewam kir: “Plana çareseriyê ya AKP’ê çareseriyeke bê Kurd a çareseriya Kurd e. Li hemberî dorpêça 27 roj in li Kobanê bênavber berdewam dike YPG/YPJ a bi lehengî berxwedan dimeşîne li Kobanê şerê rûmeta hemû Kurdistan û însaniyetiyê dimeşîne. Kobanê ya sê aliyên wê ji aliyê DAIŞ û aliyek ji dewleta AKP’ê dorpêç kiriye bi berxwedaneke dîrokî bê teslîm bibe şer dike. Vî şerî derxistiye holê ku îrade û hêza mirov di ser her cure teknîkê re ye. Derxistiye holê şer û mercên Kurdê bi rûmet û azad çi dibe bila bibe dikare şer bike.”

Tevgera ciwanan got: “Êrîşên çeteyan sê sal in bi şêweyekî plankirî li ser bingeha tunekirina Kurd di herî destpêkê de hatiye amadekirin” û wiha dewam kir: “Tifaqa AKP-DAIŞ ne tenê Rojava qetilkirina hemû Kurdan hedef dike. Ji bo şikandina nerazîbûnên Kurdan a li Kurdistanê nîşan kiriye qetilkirina gelê me ji aliyê çeteyên destê wan de çek hene yek ji hedefa li Bakur pêkanîna komkujiyê ye.Ya li holê heye, qirkirineke plankirî ye. Plana Kurdan ji warên wan derxin, di qadekê de bifetisînin û di qirkirinê re derbas bike ye. Gelê me li hemberî tehdîta qirkirina mezin refleksa daniye holê AKP a hewl dide vê bifetîsîne, divê bi serhildanan hîn bihêzitir bikin û dewam bikin. Divê hemû ciwanên Kudistanê vê qirkirinê baş bixwîne û refleksa pêwîst nîşan bide. Pêvajoya serhildanan a 6 roj in li Kurdistanê dewam dikin ciwanên Kurdistanê rolekî girîng lîstîne û bûne hêza pêşeng a serhildanan. Asta ku gihanê de divê van serhildanan hîn bi rêxistinkirî û sîstematik dewam bikin û vê pêvajoyê vegerînin şoreşê. Şoreşa Bakur ku rastiya rizgarkirina Kobanê ye ji bîr nekin. Ev meseleyeke man û nemanê ye. Hemû cîhan gav bi gav destpêkê qetilkirina Şengal û niha jî Kobanê ku bêmirov bikin re temaşe dike. Yekane rêya valaderxistina vê qirkirinê weke li Kobanê berxwedanek bi heybet e. Divê ev berxwedan li her cihê bênavber bidome, rêya serkeftinê di vir re derbas dibe. Ev plana qirkirinê ya di sedsala 21. de ji bo Kurdan rewa hatiye dîtin ên bisekînin hêza bingehîn a ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ye. Yan em ê li hemberî şûrê li ser stûyê xwe serî bitewînin yan jî bi lehengî li ber xwe bidin û hemû cihê ji bo dagirkeriyê teng bikin welatê xwe Kurdistanê bi şêweyekî azad û bi rûmet de bijîn. Ciwanên Kurdistanê wê ala berxwedanê ya hatiye bilindkirin bi hîn hêztirkirina serhildanan bigihîne serkeftinê. Divê serhildanên pêş ketine bigihînin asta herî jor û dewam bikin.

Li ser vê bingehê em hemû ciwanên Kurdistanê vedixwînin ku vê şoreşê baş bixwînin û şoreşa nêz bûye pêk bînin. Banga hemû tax, kolan, gund û bajarokan bikin kelehên berxwedan û serhildanê dikin. Divê bi ti şêweyekî em hêzên faşîst ên dewleta AKP’ê nehêlin derbasî kolanên me bibin. Li hemberî girtinan divê bêdeng neminin û em bi ti şêweyî jî teslîm nebin. Nerazîbûna me daniye hole rewaye û li hemberî yên vêna sûc dibînin em ê hîn bi hêztir li ber xwe bidin.

Divê em êdî qadên xwe li hemberî hêzên dewleta faşîst a Tirk bigirin û destûr nedin ti hêzekî dagirker û faşîst bikeve gund û bajarên me. Li hemberî ên dixwazin xweseriya Kobanê tine bikin li pêşberî bajarekî bi dehan bajaran bikin Kobanê û dorpêça li ser Kobanê divê em bişkînin. Divê em bi vê tifaqa faşîst a AKP-DAIŞ a hewl dide yek bi me bide windakirin, em hezaran bi wan bidin windakirin. Li hemberî her êrîşekê em hîn bihêztir bibin û bi şêweyekî hîn bihêztir dewamkirina meşa xwe divê em nîşanî hemû dijminan bidin.

Weke di dîroka Apoyî ya Kurd de li hemberî her êrîşekê mezin hîn bihêztir bibin û weke bi mezinbûnê pêş xistiye li hemberî vê êrîşê em ê hîn bi hêztir derkevin ku ti carekî din hêzekî faşîst cesaret neke li hemberî Kurdan derkeve.

Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin da ku serhildanan hîn bilindtir bikin.”