Komalên Ciwan: Divê 9’ê Cotmehê hemû dibistan bên boykotkirin
Komalên Ciwan: Divê 9’ê Cotmehê hemû dibistan bên boykotkirin
Komalên Ciwan: Divê 9’ê Cotmehê hemû dibistan bên boykotkirin
Koordînasyona Komalên Ciwan, bi wesîleya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku di encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derketibû, daxuyaniyek weşand û got: “Divê roja 9’ê Cotmehê hemû dibistan bêne boykotkirin û bi awayeke herî xurt tevlî serhildanan bibin.”
Tevgera Ciwanên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ku komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’ê bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê, dest pê kir, ketiye roja 16’emîn û polîtîkayên komploger nelet kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan, ketiye sala 16’emîn û ciwanên Kurd Muslum Dogan, Mustafa Malçok û Evrîm Demîr ên ku bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî agir berdan bedena xwe û hemû şehîdên hemleya “Kesek nikare roja me tarî bike” bi bîr anî û nalet li polîtîkayên komploger barand.
Komalên Ciwan bi bîr xist ku ji ber zextên hêzên navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derbikeve û got: “Bersiva herî xurt a li dijî komploya li dijî Rêber Apo Şoreşa Rojava û dîwarê berxwedanê yê li Rojava ye.”
Komalên Ciwan diyar kir ku îro rejîma Esad a ku bû sedema esareta fîzîkî ya Ocalan, li dijî berxwedana gelan bedelan dide û got: "Îro gelê Kurd ji bo azadiya xwe û rêbertiyê li ser piyan e. Avakirina jiyana azad a ku ji aliyê rêbertiyê ve hatiye pêşxistin, mohra xwe serhildanê xistiye. Têkoşîna azadiya gelan a demokratîk li Kobanê her ku diçe xurt dibe. Gelê Kurd bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê bi ruhê serhildanê, sînorên zîhniyeta dewletperestiyê parçe kirine.” Komalên Ciwan diyar kir ku ciwanên Kurdistanê bi ruhê Arîn Mîrkan bersiveke herî xurt dane dijminan û got: “Divê neyê jibîrkirin ku azadiya gelê Kurd wê bi modela jiyana azad ya ji aliyê Rêbertiyê ve hatiye pêşxistin mayinde bibe. Ji ber vê jî keç û xortên Kurd neçar in ji bo pratîzekirina vê modelê bi hemû hêza xwe tevbigerin.”
Komalên Ciwan diyar kir ku roj roja parçekirina zîhniyeta komploger e û got: “Ji ber vê jî, divê hemû ciwanên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê divê oxirê de, di refên pêş ên têkoşîna rûmetê de cihê xwe bigirin. Divê serhildanan bi awayeke xurtir pêş bixin. Divê ji bo pêkanîna pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, tevlî nava refên şoreşê bibin. Divê bi ruhê fedayi yê heval Arîn Mîrkan tevlî refan bibin.”
Komalê Ciwan, di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Roja 9’ê Cotmehê divê hemû dibistan bêne boykotkirin û tevlîbûna serhildanan di asteke bilind de bin. Ji ber vê sedemê, em weke Komalên Ciwan, bang li hemû sempatîzan, xebatkar û endamên xwe dikin ku agirê şoreşê geş bikin, bi ruhê milîtanî û fedayî parastina gelê Kurd pêş bixin û tevlî nava refên gerîlayan bibin. Em careke komploya navneteweyî nelet dikin û em careke din soz didin ku em ê bi xeta xwe ya berxwedanê li derdora Rêber Apo kom bibin.”