Komalên Ciwan: Bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' em têkoşînê geş bikin

Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurd kir, ku dakevin qadên Newrozê û bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' têkoşînê geş bikin.

Koordînasyona Komalên Ciwan, bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Beriya her tiştî em şehîdên xwe yên Newrozê bi bîr tînin ên bi berxwedana xwe rastiya gelekî Newrozî afirandine. Em gelê xwe yê fedakar ê ku li hemberî vê zilmê li ber xwe dide, di şexsê Zekiye, Rehşan, Ronahî û Bêrîvanan de ku li ser banga Mazlûm Dogan ku digot 'Agirê Newrozê gur bikin', jinên li ber xwe didin û hemû ciwanên Kurdistanê yên ku wê têkoşîna azadiyê tacîdar bikin, silav dikin."

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan bi vî rengî dewam kir: "Newroz temînata serfiraziyê û wekî roja nû ye ya ku ciwanên Kurdistanê têkoşîna azadiyê xurttir dikin, roja rizgariyê ye. Tişta ku wateyeke wisa li Newrozê bar dike, israra ciwanên Kurdistanê ya ji bo azadiyê ye. Kawayê Hesinkar ê ku li hemberî pergala koledar a Dehaqê Zalim xwe bi rêxistin kiriye û şerê azadiyê dide, tola bi hezaran ciwanan stendiye û agirê Newrozê pêxistiye. Vî agirê ku li çiyayan hatiye vêxistin, bûye îfadekirina serfirazî û rizgariyê. Di şexsê gelê Kurd de, gel û ciwanên Rojhilata Navîn ev agir ji çiyayan anîne bajar û kolan û qadan. Gel û ciwanên Kurdistanê, li her derê bi vêxistina agirê Newrozê, ev kevneşopî heta roja me ya îro anîne. Bi taybetî dewleta faşîst a Komara Tirkiyeyê, bi polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê xwestiye Newrozê ya ku roja vejînê ye, bê bandor bike. Lê li hemberî giyanê ku bedena xwe kirine guloka agirê Newrozê, bûne mehkûmê têkçûnê. Di Zindana Amedê de sê darikên niftikê yên Mazlûm Dogan û çar hevreyên me yên ku ev agir gur kirine, Newroz kirine diyardeyeke PKK’yî. Faşîzma Komara Tirkiyeyê ya ku şopdarê Dehaqê Zalim e, di şexsê Erdogan de dîsa zindî bûye. Li hemberî van polîtîkayên Erdogan ê ku hewl dide di şexsê ciwanên Kurdan de vê hêviya azadiyê biqedîne, ciwanên Kurdistanê di salên 2015-2016’an de li gelek qadên Kurdistanê bi berxwedanên bi heybet faşîzm hejandine. Têkoşîna ciwanên Kurdistanê ya ku li Sûrê 105 rojan li ber xwe dan, li Cizîrê mirin kuştin û li Nisêbîn û Şirnexê sendroma faşîzmê dan jiyîn, bûye temînata şoreş û serfiraziya Kurdistanê.

Divê Newroza 2017’an bibe roja hesappirsîna esareta ser Rêber Apo yê ku gelê Newrozê afirandiye. Li ser vî esasî em hemû ciwanên dilsoz û qehreman, bi giyanê berxwedanê xwerêveberiyê û bi coşa serfiraziyê vedixwînin qadên Newrozê. Ciwanên Kurdistanê divê faşîzma Erdogan bi agirê Newrozê bişewitînin, ji mêtingeriyê hesab bipirsin, pêşengiyê ji Newroza 2017’an bikin û layiqî berxwedana Rêber Apo bin. Li ser vî esasî em Newroza hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê, jinên ku ber bi azadiyê ve dimeşin, ciwanên şoreşger û hevrêyên di zindanan de li ber xwe didin pîroz dikin û em bi şîara 'EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN' wan vedixwînin geşkirina têkoşînê."