Komalên Ciwan banga çalakiyan li ciwanan kir

Koordînasyonên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan banga çalakiyan li ciwanên Kurd kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser nûçeyên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate diyarkirin ku ciwanên Apoyî hêza fedaî ya Ocalan in.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Heke tiştek were serê Rêbertiya me, em ê qiyametê rakin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve em agahiyan ji Rêbertiya xwe nastînin. Niha jî çapemeniya qirêj têkildarî Rêbertiya me nûçeyên qirêj dide weşandin. Em tevgera ciwanan tehamûlî vê rewşê nakin û em ê bêdeng nemînin. Ji ber vê jî divê bi Rêbertiya me re hevdîtin were kirin. Heta ku Rêber Apo azad bibe, divê kevir li ser kevir nemîne, divê her der bibe cihê serhildanê.

Divê çeteyên AKP-MHP’ê bizanibin ku ew ê ciwan bersiva vî tiştî bidin. Heta ku em ji Rêbertiya xwe agahiyan werbigirin divê kolan vala neyên hiştin, jiyan were sekinandin û pêngava serhildanê were destpêkirin.

Li ser vî esasî em Rêbertiya xwe bi hesreteke mezin silav dikin û serkeftinê dixwazin.”