Koma ji Zurîchê nobeda azadiyê didomîne

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê hat destpêkirin, zêdeyî 1.500 roj in bênavber dewam dike.

Çalakiya 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) dewam dike. Her hefte komek ji welatekî Ewropayê çalakiyê dewr digire. Vê hefteyê jî, ku çalakî ketiye roja xwe ya 1515'an, koma ji bajarê Zurîch ê Swîsreyê dewr girt. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Îsmîhan Ok, Sîdar Hesen, Huseyîn Goze û Alî Tore ji roja Yekşemê û vir ve nodê digirin.

'DIVÊ CPT DERHAL BIÇE GIRAVÊ Û DAXUYANIYEKÊ BIDE GEL'

Li ser navê koma ji Zurîchê Sîdar Hesen agahî da û diyar kir, ew belavokan didin mirovên li derdorê û bi devkî agahdariyê li ser mijarê dikin. Hesen da zanîn, ew hewl didin balê bikişînin ser fikarên xwe yên li ser jiyan û ewlekariya Ocalan û bang li CPT kir ku derhal biçe Îmraliyê û bersivekê bide gelan.

'ERDOGAN JÎ PÊ ZANE: KURD DILSOZÊ RÊBERÊ XWE NE'

Ji çalakgeran Îsmîhan Ok jî bibîr xist, ku ji Nîsana 2015'an û vir ve hevdîtina bi Ocalan re hatiye qutkirin û bal kişand ser aciziya gelê Kurd a ji ber rewş û qewimînên dawî. Ok got, "Erdogan jî, dewleta Tirk jî gelekî baş pê zane; gelê Kurd dilsozê Rêberê xwe ye û li pişt wî ye. Wî gelek ji tinebûnê afirand." Ok polîtîkaya tecrîdê ya AKP'ê şermezar kir.

BANGA LI EWROPA Û DAYIKÊN TIRKIYEYÎ

Îsmîhan Ok ji welatên Ewropayê xwest, ku xwedî li mafên mirovan ên timî ew qalê dikin, derkevin û got, "Ji bo Rêberê me zêdeyî 4 sal in li vir nobed tê girtin. Pêwîste Ewropî jî êdî vê daxwazê bibînin."

Îsmîhan bang li dayikên leşker û polîsan ên li Tirkiyeyê kir û got, "Bang li dayikan dikim; bila ew jî êdî mîna dayikên Kurdan alîgirê aştiyê bin. Eger em naxwazin hîn bêhtir mirov bimirin, divê em bi hev re daxwaza aştiyê bikin."

'EM JI HER ŞÊWE TÊKOŞÎNÊ RE AMADE NE'

Endamekî din ê komê Huseyîn Goze destnîşan kir, ku polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk dimeşîne di nava gelê Kurd de rê li ber nerazîbûnên mezin vekiriye û diyar kir, eger ev polîtîkaya tecrîd û înkarê dewam bike wê dewlet bikeve şoqa herî dijwar a 30-40 salên dawî. Goze da xuyakirin, ku divê daxwazên ji bo azadiya Ocalan bên dîtin.

Goze ragihand, azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e û ji bo rakirina tecrîdê ew amade ye bi her awayî têbikoşin.

'BILA CPT BI BERPIRSYARIYA XWE RABE'

Bavê şehîdekî Alî Tore jî da xuyakirin, ku gelê Kurd komkujiyan û tecrîda giran a li ser Ocalan qebûl nake û got, "Heta Serok azad nebe, gel azad nabe." 

Alî Tore bang li CPT kir û got, "CPT ji ber ku saziyeke erkdar e, bendewariyên me jê hene. Weke gel em jê dixwazin ku li pêşberî tecrîda li ser Serok Apo, bêdeng nemîne."

...