Koma 3’an greva birçîbûnê dewir girtin
Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 3’an dom dike. Grev kete roja 13’an.
Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 3’an dom dike. Grev kete roja 13’an.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikantina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û li dijî binpêkirinên li girtîgehên Tirkiye ku 27’ê Mijdarê ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin dewam dike. Çalakî bi dewrgirtina koma 3’an re kete roja xwe ya 13’an.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva biçîbûnê bi tevlîbûna rêxistinên sivîl ên li Stenbol û Wanê daxuyaniyek da, daxwaza bidawîkirina tecrîdê kirin, banga hestyariyê kirin.