Kolanên Parîsê bi dirûşmaya, ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ hejiya

Kolanên Parîsê bi dirûşmaya, ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ hejiya

 

Li paytexta Parîs a Fransa êrîşên çeteyên DAIŞ bi meşeke tevlîbûna dehhezaran hat şermezarkirin. Gelê Kurd û dostên wan bi dirûşmaya, “Bijî Berxwedana Kobanê meşiyan”.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ hefteyeke li Parîsê li ber Meclîsa Neteweyî ya Fransa greva birçîbûnê hatibû lidarxistin. Greva birçîbûnê îro veguherî meşeke bi tevlîbûna 10 hezar kesan.

Destpêkê çalakvanên greva birçîbûnê saet 13.00’an hatin Qada Învalîdes. Paşê Kurdistanî û dostên wan herikîn qadê. Kurdistanî û saziyên dost herikîn qadê. Saet 15.00’an piraniya wan jin û ciwan qad tijî bû.

Meş bi dirûşm û sirûdan destpê kir. Gelek siyasetmedarên Fransiz jî li herî pêş bi Kurdistaniyan re meşiyan.

Di pêşiya korteja meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girt. Girseya ku bi dirûşm û sirûdên YPG’ê ber bi Qada Trocadero meşiya ruhê berxwedêr ê Kobanê neqlî kolanên Parîsê kirin.

Di guzergeha rê de belavok hatin belavkirin û meşvan hatin ber Birca Eyfel. Li wir 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat. Nûnerê Parîsê yê PYD’ê Xalid Îsa li wir xîtabî gel kir û got, “Ev çalakî û îrade moralê Kobanê bilind dike.”

Piştî axaftinan çalakî bi banga greva birçîbûnê ya li Bruksel bi dawî bû.