Kolanên Amedê dê bi ‘Paqijokê’ bê paqijkirin

Kolanên Amedê dê bi ‘Paqijokê’ bê paqijkirin

Karker û hosteyên li Midûriyeta îkmal Makîneyê ya Şaredariya Sûrê dixebitin, ji bo ku ji pirsgirêka paqijiyê ya kolanên teng yê navçeyê re çareseriyekê bibîne ji tu derê piştgiriyê nagire û bi derfetên xwe wesayîta paqijiyê ya bi motor a navê ‘Paqijok’ hilberandin. Paqijok a hat afirandin piştî patentê bigire, tê plankirin ku hilberîna wî bê kirin.

Ji bo ku kolanên teng yên navçeya Sûr a Amedê bê paqijkirin, xebatkarên şaredariyê li Midûriyeta îkmal Makîneyê bi defetên xwe li atolyeyê wesayîteka paqijiyê ya bi motor hilberandin. Di çêkirina wesayîtê de  ji du hosteyan Îsmaîl Zencir diyar kir ku berê jî bi derfetên xwe konteynirên berhevkirina çopê ya bi vakum hilberandine û  ji şaredariyên Qilaban, Gêlê re jî şandine.

Zencir da zanîn ku di piyasê de wesayîtên wek vê bi 60-80 hezar lîrayî ne û wan bi 11 hezarî çêkirine. Zencîr  got wan ji bo kolanên teng ev wesayît hilberandine û got di rewa ku pantentê bigirin û şûnde dê dest bi hilberînê bikin. Cigirê şaredariya Sûrê M. Alî Altunkaynak jî got ger patentê bigirin dê dest bi hilberînê bikin.