Koçyîgît: Wê nikaribin me bisekinînin!
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît, nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên duh da û got, "Yên ku ji wan heye bi operasyonên nîvê şevê karin pêşî li me bigirin, xwe dixapînin."
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît, nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên duh da û got, "Yên ku ji wan heye bi operasyonên nîvê şevê karin pêşî li me bigirin, xwe dixapînin."
Li ser operasyonên qirkirina siyasî, ku duh li dijî siyasetmedarên HDP û DBP'yî yên li Stenbolê hatin kirin, li avahiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya hevpar ji aliyê DBP, HDP, HDK û TJA ve hat dayîn. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li vir axivî, navê kesên hatine binçavkirin yek bi yek jimart û destnîşan kir, ku ev operasyon li dijî kampanya 'NA' ye.
Koçyîgît got, "Lê ev operasyon nikarin xebatên me rawestînin. Ev operasyon wê biryardariya me xurtir û zelaltir bike."
Koçyîgît bal kişand ser gefên li wan tê xwarin û got, ""Em vê operasyonê ji gefên li kolanan li dijî kesên kampanya 'Na' dimeşînin cuda nabînin. Dixwazin xebatên 'Na' rawestînin. AKP di bin navê 'Em endamên FETO tesfiye dikin de zanyar û aliman îxrac dike û êrîşî wan dikin. Zanyar û alimên ku diyar dikin ku ev pêşnûmeya Destûra Bingehîn li dijî peymanên Navneteweyî ne tên tesfiyekirin. Ev rebeniya AKP’ê nîşan dide. Yên dibêjin 'Na' dixwazin wan ji hev belav bikin."
Koçyîgît da xuyakirin, ku AKP û MHP pir qels in û ji ber vê yekê dixwazin bi polîtîkayên çavtirsandinê bi ser bikevin. Koçyîgît wiha got: "Lê em ê van polîtîkayên çavtirsandinê têk bibin û wê polîtîkayên wêrekiyê bi ser bikevin. Em ê biryara xwe ya 'Na' mezin bikin. Em ê ji bo siberojeke bi xêr kampanya 'Na' mezin bikin. "
Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Azad (TJA) Seyrî Îpek jî diyar kir, ku dixwazin saziyên siyaseta demokratîk ên kampanya 'Na' dimeşînin asteng bikin û wiha got: "Em ê ji bo siberojeke bi xêr kampanya 'Na' mezin bikin. Îpek destnişan kir ku Qesra Erdogan, AKP û MHP Tirkiye di zinêr de wer dikin û ew destûr nadin vê yekê.