Koçyîgît û Hamzaoglû dîsa bûn hevberdevkên HDK’ê
8.Desteya Giştî ya HDK’ê ya li Enqereyê pêk hat, pişt hilbijartina hevberdevkan û şûnde bi dawî bû. Di 8.Deseye Giştî de Gulîstan Koçyîgît û Onûr Hamzaoglû weke hevberdevk hatin hilbijartin.
8.Desteya Giştî ya HDK’ê ya li Enqereyê pêk hat, pişt hilbijartina hevberdevkan û şûnde bi dawî bû. Di 8.Deseye Giştî de Gulîstan Koçyîgît û Onûr Hamzaoglû weke hevberdevk hatin hilbijartin.
Di 8.Desteya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de rapora xebatên her meclîsekê cuda cuda heta xwendin. Komîyona biryaran ji bo pêvajoya pêşiya xwe têkildarî nexşerêyê biryarên girîng girtin.
Di pêşnûmeya ku bi lezgîn pêwîstî bi avakirina ‘Eniya demokratîk’ heye, avakirina eniya demokratîk a li dijî şer û faşîzmê ya HDK’ê weke gavekî jiyanî ye hate destgirtin. Dîsa berpirsyariya diyarkirina hêzekî demokratîk û berfireh a pêwîstiyekî rojevî ya demê pêwîst dike ya HDK’ê tevger kirin û di vê çarçoveyê de pêşnûmeya biryarê pêşkêşî desteya giştî hate kirin.
Dîsa pêşnûmeya peymanekî civakî ya nû bê kirin ji aliyê Desteya Giştî ve hate erêkirin. Li gorî vê; ji bo bingehek ji peymana civakî ya nû re avakirin, di bin sernavên bawerî, nasname, zayendî, refî û ekolojiyê de biryara wê konferansên herêmî, komxebat, panel, sempozyom, civîn bên kirin hate dayîn. Di encama van xebatan de wê konferans bê kirin, wê gotûbêjên herêmî diyar bikin.
Li gel van du biryaran, wê li ser koçkirin û bi darê zorê ji cihê wan derkirin wê komxebat bêkirin, li ser pêşniyara meclîsên herêmî anîn rojevê û hate erêkirin.
Piştî xwendina encamnameyê û gotûbêjkirin û şûnde, ji bo diyarkirina Meclîsa Giştî ya ji 120 kesan pêk tê ji aliyê komîsyona mûtabakatê wê bê diyarkirin.
Dîsa Onûr Hamzaoglû û Gulîstan Koçyîgît bûn hevberdevk. Wê encamname di rojên pêşiya me de bi raya giştî re bê parvekirin.