Koçyîgît: Tecrîd bi temamî divê rabe

Hevseroka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît li Kombûna Giştî ya HDK'ê axivî û got, "Em dixwazin tecrîd bi rêk û pêk were şikandin."

Kombûna Giştî ya Serdema 9'an a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi tevlêbûna gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan li Hotel Akar Înternatîonal didome.

Li hêwana Kombûna Giştî pankarta bi nivîsa ''Ji tecrîdê re na, deng bide berxwedana ku berevaniyê li jiyanê dike'', ya bi wêneyên Leyla Guven hate daleqandin ku Guven ev 67 roj in ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di greva birçîbûnê de ye.

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît destpêka Kombûna Giştî axivî.

LEYLA PÊŞENGIYA BERXWEDANÊ DIKE

Koçyîgît bal kişande ser berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û got, ''Hevala me Leyla niha pêşengiya pêvajoya berxwedanê dike. Bi şêwaza berê me nikarîbû ji pêvajoyê re bibin bersiv. Diviya rêyek bihata dîtin. Hezar slav li wan hevrêyên ku di wê rêyê de dimeşin.

Ew li ser greva birçîbûnê wiha dibêje: ''Ti daxwazeke min ji bo min tine, daxwaza min civakî ye''. Tecrîd li vî welatî zemîna demokrasiyê ji holê radike. Hîmê sereke yê neheqî, şer e ku em her roj dijîn. Bi dengekî bilind dibêje, heke em tecrîdê bişkînin, em ê derbasî xeteke dî ya têkoşînê bibin.''

TECRÎD LI SER JIYANÊ JÎ HEYE

Koçyîgît bi bîr xist ku faşîzma AKP-MHP'ê ji 5'ê Nîsanê ve tecrîdeke siyasî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî datînin, diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser wan e, jiyana wan hemûyan dorpêç kiriye û got, ''Tecrîd ne tenê li Imraliyê ye, li ser jiyanê ye. Leyla Guven dixwaze vê tecrîdê bişkîne, rê li ber aştiyeke civakî veke. Ev deng bû sedema hevdîtineke biçûk. Birêz Mehmet Ocalan çû Grav Imraliyê û bi Rêzdar Ocalan re hevdîtinek kir.''

DIVÊ TECRÎD BI RENGEKÎ SÎSTEMATÎK WERE ŞIKANDIN

Koçyîgît bi domdarî got: "Em wî aqilê û wê rêveberiya ku van hevdîtinên demkurt, ya piştî îzolasyona 3 salî, piştî tecrîda teqez weke qenciyekê nîşan dide red dikin. Em dixwazin tecrîd bi rengekî sîstematîk were şikandin. Weke berê em dixwazin bi parêzer û malbata xwe, bi şandeyê re bi rengekî sîstematîk hev bibîne û ev hevdîtin were mîsogerkirin." Koçyîgît got, armanca çalakiyên grevên birçîbûnê ne ew e ku her carê hevdîtinek demkurt a bi 20 deqeyan were kirin.