Koçyîgît: Divê em Rojavaya xwe biafirînin

Hevseroka Giştî ya HDK'ê Gulîstan Koçyîgît li 8. Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) axivî û rojev nirxand.

Civata Giştî ya 8. a HDK'ê bi şiyara "Bi meclîsan ber bi demokrasiyê ve, bi komara demokratîk ber bi azadiyê ve" li Plaza Otel a Enqereyê pêk tê.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên bi şîdeta mêr hatine kuştin û şoreşgerên jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û piştre sînevîzyon hate nîşandan.

Piştre Gulseren Pûsatlioglû, Alî Kenanoglû, Neslîhan Acar û Taylan Kesen ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Gulîstan Kiliç Koçyîgît di destpêkê de axivî û silav da hemû beşdaran.

Koçyîgît got, "Têl li nava sînoran bi cih kirin. Rojek welê hat ku xwişk û bira, xizm û mirovên hev neçar man li aliyekî din ê têlê bimînin." Gulîstan Koçyîgît da xuyakirin ku şer berê rû bi rû bûn, lê di pêvajoya nû de sîstema kapîtalîst şerê cîhanê îlan kiriye û got, biçekbûn, şer û mêtingerî ji bo dewamiya kapîtalîzmê bûne navgînin bingehîn. Koçyîgît wiha dewam kir: "Gelo em bêçare ne? Dîroka têkoşînê ya cîhanê nîşanî me dide ku em bêçare nînin. Me 100 saliya şoreşa Cotmehê li pey xwe hişt, lê şoreşên nû yên Cotmehê li benda me ne. Rojava bi ronahiya xwe niha bû Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Divê em jî Rojavaya xwe biafirînin. Lazim e ev ax şoreşa xwe pêk bîne. HDK ji vê re namzet e. Namzet e ku gav bi gav komara demokratîk ava bike."

'AZADKIRINA ZINDANAN WEZÎFEYA ME YE'

Koçyîgît anî ziman ku hê gelek tişt hene ku wan bi cih neanîne û got, "Eger hê jî li vî welatî partiyeke faşîst a AKP û MHP'ê hebe, eger hê jî hin kes li ser her tiştî serdest e, eger li vî welatî hê destdirêjî, destavêtin li jinan tê kirin, zarok di nava tarîtiya Weqfa Ensarê de tên hiştin, wê demê gelek tişt hene ku divê em bikin. Em ne rêxistineke bi tenê ne, em ji gelek pêkhateyan ava bûne."

Koçyîgît diyar kir ku HDK ji sala 2007'an û pê ve di encama nîqaşand e sala 2011'an ava bû û got, "Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî Birêz Abdullah Ocalan dikim ku ev perspektîf pêşkêşî me kiriye. Em baş bi vê zanin. Ev tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan e. Li dijî HDK'ê, HDP'ê û projeya neteweya demokratîk e. Ev tecrîd li pêşiya paşeroja me ya aştiyane û jiyana bi hev re ya gelan, bendek e. Hilweşandina vê bendê û azadkirina zindanan wezîfeya sereke ya HDK'ê ye."

Gulîstan Koçyîgît Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Bekîr Kaya û şexsê wan de hemû parlamenter û hevşaredarên girtî silav kir.