Koçerîn Amed: Gelê me divê komployê vala derbixe

Koçerîn Amed: Gelê me divê komployê vala derbixe

Endama Koordînasyona PAJK’ê Koçerîn Amed diyar kir ku di komploya 9’ê cotmehê de gelek lîstikên qirêj hene û di şexsê gelê Kurd de hewl didin ku gelan bidin bin serdestiya xwe. Amed got gelê Kurd komplo vala derxistiye û got çeteyên wek DAIŞ’ê parçeyekê komployê ne. Amed got divê gelê Kurd komployê vala derbixe û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bilind bike.

Endama Koordînasyoan PAJK’ê Koçerîn Amed li ser komploya 9’ê Cotmehê axivî.

Koçerîn Amed diyar kir pêvajoya ku Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derket şûnde bi lîstikên siyasî yên qirêj tijeye û got: “Ev serdem wek demek serhildana gel ket dîrokê. Li dijî vê îtîfaqa qirêj ji 7’an heta 70’ê her kesî qad tije kirin, ji girtîgehan heta Ewropayê, ji metropolan heta cihên herî dur, Kurdan ev tifaqa qirêj lanet kir, lê vê encama komploya navneteweyî neguhert. Ev pêvajo bo gelê Kurd gele bi êş bû. Bi dersan tije bû.Ev îxanet û komplo tu car nayê jibîrkirin û her kes dê para xwe jê derbixe. Bendewariya hinekan a wekê ku dê têkoşîn belav bibe pêk nehat. Têkoşîna azadiya Kurd teslîm nehat girtin. Her kes bi biryar bû.

Amed di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca komployê eve ku hewldanên nûkirina siyasî, hamleyên îdeolojîk û felsefiya heyî hedef bê girtinê û got: “Ev di dîrokê de wiha ye. Îdeolojiyên mezin û nûbûnên siyasî bi komployên wisa pêşî lê tê girtin. Di vê pêvajoyê de dîsa hêzên emperyalîst li dijî tevgera azadiy3e di nava planên berfireh û hesaban de ne. Serokatî her car kao, şîdet û wendahiyên mezin yên li Rojhilata Navîn bi van planan dertê holê tîne ziman. Serokatî di 1’ê îlona 1998’an de hemû rewşa konokturel a qadê û xesasiyetan dike hesabê û hewl dide bi agirbestê pêvajoyek nû bide destpêkirin. Ev pêngava agirbestê jib o ku bidawîbûna pêvajoya şer ya ku bi salane tê meşandin tê avêtin. Di vêbajoyeke wisa de hêzên emperyalîst bi îtîfaqên qirêj yên navneteweyî serokatiyê hedef digirin. Di dema îlnkirina agirbestê de MGK’ê civîna xwe pêk anî û ev jî berseke li dijî agirbetê bû. Hem axaftina Serokkomarê demî ku di meclisê de kir û her wiha Fermandariya Riya Bejayî Sûriye ji ber serokatiyê tehdîd kir. Ji bo gerîlayan ji herêmê tune bikin, yên ku mayîn bê îrade bihêlin û komploya li dijî serokatiyê pêk bînin, hewldanên îtîfaqên navneteweyî zêde bûn. Ev pêngava yekem ya 9’ê cotmehê ava dike.”

Amed di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di dîroka Kurdan de berxwedan, serhildan her tim hebû û wiha pê de çû: “Hemû şert û mercên ku nekare xwe wek netewe binase û serhildanan pêş bixîne, hatiye pelçiqandin û jiholê hatiye rakirin. Di esasa xwe de ev pergaleke pêkanîn û şeklê mahkumkirina gelekiye. Şeklê ji axa wî durxistinê, ji nirxên wî durxistine. Ji ver vê Kurdan ev cara yekem bi serokatiyê re ev veguheriye hêzekê û li dora nasnameya neteweyî bûye yek, hem di nava xwe de û hem jî di perala xwe de hesabpirsîna xwe meşandiye. Serokatiyê têkoşîna xw eya herî mezin ji bo vê li dijî pergalê meşandiye. 

Amed destnîşan kir ku jin serok Apo û têkoşîna azadiya Kurd wek pêşeroja xwe dibînin û wiha pê de çû: “Rastiya jinê ya ku dixwaze xwe ji civaka zayendperest rizgar bike û xwe wek hêza înşakirina jinûve a civakê li her qadê têkoşîna hebûnê bimeşîne.”