Koçak: Tecrîd nehatiye rakirin wê berxwedana min bidome

Mehmet Alî Koçak ê ku li dijî tecrîdê li Cenevreyê 78 roj in di greva birçîbûnê de ye got ku “Heta ku tecrîd neyê rakirin wê berxwedana min bidome.”

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Alî Koçak di 20’ê Sibatê de li Cenevreyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Çalakiya Koçak di roja 78’an de didome. Koçak derbarê hevdîtina bi Ocalan re ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku heta tecrîd were rakirin wê çalakiya xwe bidomîne.

‘HEVDÎTIN GIRÎNG E LÊ TECRÎD DIDOME’

Koçak li Navenda Civakî ya Kurd a Cenevreyê berxwedana xwe didomîne û diyar kir ku hevdîtina di 2’ê Gulanê de ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girîng e lê ev tişt nayê vê wateya ku tecrîd hatiye rakirin.

Koçak got ku “Ji bo domandina hevdîtinên bi Rêbertî re, divê statuyeke hiqûqî were diyarkirin. Di 2’ê Gulanê de hevdîtinek hatiye kirin lê tecrîd nehatiye rakirin. Tecrîd hê jî didome. Di heman demê de Rêberî di peyama xwe de balê dikşîne ser deklarasyona Newrozê ya di sala 2013’an de û tiştên ku divê dewlet bike, diyar dike. Em jî diyar dikin, heta ku tecrîd neyê rakirin wê çalakiya me bidome. Em ji dayîna berdêlan natirsin. Em ji vê re amade ne. Berxwedana grevên birçîbûnê û ya dayikan deriyê Îmraliyê vekiriye. Dewlet li hemberî berxwedanê têk diçe. Bi têkçûnê re har dibe. Bi awayekî hovane êrîşî dayîkan dikin. Heke li Tirkiyeyê edalet hebûya divê berê Erdogan darizandina.”

Koçak diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û got ku “Em ê vê tecrîdê bişkînin. Em baweriyê bi berxwedan û gelê xwe tînin. Divê gelê me, baweriyê bi me bîne û hêzê bide me.”