Kobaniyan alîkariya çekan xwestin

Kobaniyan alîkariya çekan xwestin

Li Kobanê duh bi şev li her sê eniyan pevçûnên dijwar qewimîn. Israra çeteyan a ji bo dagirkirina deriyê sînor bê encam ma. Gelê Kobanê destnîşan kirin ku bi tenê bi êrîşên hewayî encam nayê bidestxistin û diyar kirin ku divê ji şervanên YPG/YPJ'ê re alîkariya çekan were dayîn.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê û berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî van êrîşan mehek li dû xwe hiştin. Di nava meheke ku pevçûnên dijwar qewimîn û destanên lehengiyê hatin nivîsandin de, êrîşên ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran dan destpêkirin, her çend li her sê eniyan hatibin rawestandin jî, gefa li ser Kobanê hînê mezin e. Duh bi şev di bin barana zêde de pevçûnên dijwar qewimîn û çete nekarîbûn bi pêş ve biçin.

ISRARA ÇETEYAN A DERIYÊ SÎNOR DEWAM DIKE

Li eniya rojhilat ku duh pevçûnên dijwar lê qewimîn, çeteyan ji bo deriyê sînor dagir bikin bi çekên giran êrîşî tevahiya xeta sînor kirin. Çeteyên ku destpêkê topên hawanê avêtin herêmê, piştre bi hewldana xwe berdana nava herêmê xwestin derî bi dest bixin. Ev her sê hewldanên çeteyan li destwerdana şervanên YPG/YPJ'ê rast hatin. Çeteyên ku li vê eniyê derbên giran ji şervanên YPG/YPJ'ê xwarin, neçar man xwe vekişînin.

WESAYÎTEKE ÇETEYAN HAT ÎMHAKIRIN

Li eniya başûrê Kobanê, şervanên YPG/YPJ'ê bi çalakiyan bersiv dan êrîşên çeteyan. Di pevçûnên tevahiya şevê de, li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, bi dehan çete hatin kuştin. Çeteyên ku nekarî li eniya başûr bi pêş ve biçin, bi top û hawanan bajar bombebaran kirin. Li eniya rojava jî, piştî ku girê Til Şeîrê di encama çalakiyeke YPG/YPJ'ê de pêr hat rizgarkirin, duh bi şev jî li heman herêmê li dijî maşîneke leşkerî ya çeteyan çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de maşîna ku nehat zanîn çen çete tê de ne, hat îmhakirin. li aliyê din ji duh bi şev û vir ve li eniyên rojhilat û başûr, bi dehan nuqteyên di bin kontrola çeteyan de ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatin bombekirin. Lê encameke zelal nehat bidestxistin.

GEL ALÎKARIYA ÇEKAN DIXWAZE

Li Kobanê berxwedana gelê sivîl jî dewam dike. Beşeke mezin a gelê li herêmên ewle yên li navenda bajêr dijîn, malbatên şervanên li eniya şer têdikoşin e. Malbatên ku alîkariya lojîstîk dide xizm û zarokên xwe yên li eniyê, pêwîstiyên xwarin, kinc, tamîra wesayîtan, veguhastina muhîmmatan, tedawîkirnia birîndaran, elektrîk û avê bicih tînin. Gelê sivîl diyar dike ku ew ê Kobanê neterikîne û ev bang li raya giştî ya navneteweyî kir: "Çareserî, di pratîkê de destekkirina Kobanê ye. Çete bi tenê bi bombebarana hewayî naqedin. Eger tê xwestin ku li hemberî çeteyan têkoîneke aktîf were meşandin, Kobanê niha cihê ku çete derbên herî giran lê dixwin e. Divê şikestina çeteyan li pêşberî YPG/YPJ'ê were mezinkirin. Divê tavilê korîdorek bê vekirin û alîkariya çekan ji YPG/YPJ'ê re bê dayîn."