Kobanê bikeve wê Tirkiye jî ji NATO bikeve!
Kobanê bikeve wê Tirkiye jî ji NATO bikeve!
Kobanê bikeve wê Tirkiye jî ji NATO bikeve!
Yek ji fîlozofên Fransayê yê gelekî li ser tê nîqaşkirin Bernard-Henri Lévy, di gotara xwe ya bi sernavê "Ji bo Kobanê banga dawî" ya di rojnameyên Ewropa û Emerîka de bê weşandin de destnîşan kir, ku eger Kobanê têk biçe, wê Tirkiye nema karibe di nava NATO'yê de bimîne.
Fîlozovê Fransayê Bernard-Henri Lévy (BHL) ku bi taybetî di destwerdana NATO ya li Lîbyayê de navê wî gelek caran hat rojevê, ji bo rojnameya Liberation û heft rojnameyên Ewropa û Emerîkayê gotarek nivîsand. Gotar wê bi sernavê "Ji bo Kobanê banga dawî" bê weşandin.
Lévy ji AFP'ê re axivî û got, "Eger Kobanê têk biçe, wê pozîsyona Tirkiyeyê ya di nava NATO'yê de bibe cihê pirsgirêkê." Lévy got, "Pêwîste di nava saetên pêş de ev yek ji Tirkiyeyê re bê gotin."
Fîlozofê Fransayê her wiha got, "Hêzên DAIŞ'ê her saet, kolan bi kolan bi pêş dikevin. Çareseriya dawî ew e, ku ya artêşa Tirk di çarçoveya endametiya NATO'yê de dest lê werde, yan jî ji bo parastina bajarê li ser sînor bloke bûye destûr ji derbasbûna bi hezaran şervanên Kurd ên dilxwaze re bê dayîn."
Lévy got, "Lê belê Tirkiye xwe nalivîne. Xwe li pişt hincetên hiqûqî vedişêre. Li benda têkçûna bajêr e. Eger Kobanê têk biçe, divê hikûmeta Tirk weke yekser berpirsyarê vê bê dîtin."
Lévy got, "Tirkiye lingê rojhilat ê Tifaqa Atlantîk (NATO) e. Ji bo hebûna wê ya li nava NATO êdî dema piştrastkirinê ye" û bi vî rengî dewam kir: "Li aliyekî bê gotin ku DAIŞ gefeke global e, li aliyê din jî ji ber bêberpirsyariya Erdogan lawazmayîna tifaqa leşkerî ya bersivdayîna li DAIŞ'ê, di vê nuqteya herî girîng a jiyanî de, bi xweşbînî nayê dîtin (...) Bang li tifaqên Tirkiyeyê yên di bin sîwana NATO'yê de dikim, ku berpirsyariyên Erdogan bînin bîra wî."
Lévy her wiha got, "Kobanê ji bo Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja pêşeroja wê ya li nav Ewropayê û ji bo endametiya wê ya li Tifaqa Atlantîkê, testek e" û ev xal destnîşan kir: "Eger Kobanê bikeve, ez ne bawerim karibe di bin sîwana Tifaqa Atlantîk de bimîne."
SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ NY: PÊŞÎ LI KOMKUJIYA SIVÎLAN BIGIRIN
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon di konferansa li Kahîreyê ya ji bo ji nû ve avakirina Gazze ku welatên bexşîner ên navneteweyî beşdar bûn de axivî got, "Der barê bajarê Sûriyeyê Kobanê de gumanên xwe yên kûr dubare dikim. Bi êrîşên Dewleta Îslamî re jiyana bi hezaran mirovan di talûkeyê de ye.” Ban Ki-moon, banga "ji bo komkujiyeke sivîl a li Kobanê asteng bikin li hemû aliyan kir”.
YE: KOBANÊ BERXWEDAN NÎŞANÎ CÎHANÊ DA
Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Catherîne Ashton jî roja 11'ê Cotmehê der barê Kobanê de daxuyaniyek da û got, "Der heqê ewlekarî û rewşa însanî ya Kobanê û herêmên din ên Kurdan ên li Sûriyeyê hatin ragihandin, em di nava gumaneke kûr dene." Ashton got, "Şêniyên Kobanê ji bo parastina nirx û mafên bingehîn berxwedana li hemberî zilmê û biryardariya bikaranîna hemû rêbazan nîşanî civaka navneteweyî dan." Ashton di daxuyaniya xwe de got, "Divê YE, Tirkiye, hevalbendên wan ên herêmî û navneteweyî, ji bo tecrîdkirina gefa Dewleta Îslamî û rawestandina wê, hîn bêtir hevkariyê bikin."
Steffan de Mistura jî roja Înê di civîna çapemeniyê ya li Cenevre de gumana xwe ya li ser rûdana komkujiyeke nû anîbû ziman û ji Tirkiyeyê xwestibû ku destûrê bide hêzên Kurdan ku bi "alavên pêwîst" ji bo parastina Kobanê derbasî Kobanê bibin.