Koalîsyona Sûriyê qebûl kir beşdarî Cenevreya 2. bibe

Koalîsyona Sûriyê qebûl kir beşdarî Cenevreya 2. bibe

Serokê Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerba diyar kir ku ew amade ne tev li kongreya Cenevreya 2’an bibin.

Li gorî nûçeya ajansa Reuters îro Serokê Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerba bi nameyekê ji Neteweyên Yekbûyê re gotiye ku ew amade ne tev li Cenevreya 2. bibin.

Li gorî nûçeyê Cerba ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestiye ku pêwîste di Cenevreya 2’an de hikumeteke demî bê avakirin û dawî li şerê Sûriyê bê anîn û hemû girtiyên di zindanên rêjîmê de serbest bêne berdan.

Hêzên Koalîsyonê bi du dilî nêzî biryara tevlîbûna Cenvreya 2’an dibûn û piştî îdaya êrîşa bi madeyên kîmyawî ya li paytext Şamê hêzên muxalefetê diyar kirin ku ne mumkine bi rêjîmê re di heman kongreyê de bêne cem hev.