'Koalisyona Sûriyê bi hişmendiya Şovenîst tevdigere'

'Koalisyona Sûriyê bi hişmendiya Şovenîst tevdigere'

Yekîtiya Lîberal  a Kurdistanê diyar kir ku Koalisyona Sûriyê ya Hêzên Opozisyonê di derbarê pirsgirêka Kurdan de bi hişmendiya nîjadperestiya şovenîst tevdigere û ji ENKS'ê xwest ku xwe ji nava Koalisoyonê vekişîne.

Piştî ku gelek hêzên Kurd û nûnerên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê projeya Rêvebiriya Demî ragihandin, Koalisyona Sûriyê ya Hêzên Opozisyonê daxuyaniyek weşand û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dijmantiya Şoreşê tewanbar kir.  Yekîtiya lîberal a Kurdistanê  derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Koalisyona Sûriyê ya Hêzên Opozisyonê di derbarê pirsgirêka Kurdan de bi hişmendiya Nîjadperestiya Şovenîst tevdigere û ji  Evncûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) xwest ku xwe ji nava Koalisoyonê vekişîne.

Di daxuyaniya Partiya Lîberal de ev  tişt  hatin gotin: "Koalisona Sûriyê bi van helwestên xwe yên dijmanahiya gelê Kurd û tevgera wê ya netewî dike nîşan dide ku ew di derbarê pirsgirêka Kurdan de hîna jî  bi hişmendiya Nîjadperestiya Şovenîst tevdigere. Ev rastî di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Koalisyonê ya roja  13'ê mijdara 2013’an de pir aşkere xuya dike."

Di daxuyaniya Yekîtiya Lîberal de tê destnîşan kirin ku ev helwestên Koalisyonê gelek fikar û gumanan li ba gelê Kurd çê dike û wiha dewam kir: "Gelê Kurd li hember daxuyaniyên Koalisyonê yên di derbarê PYD'ê de bi hêrs e, ji ber ku PYD'ê yek ji hêzên rewa yên tevgera netewî a Kurd e."

Partiya Lîberal hin pirs rasteyî Koalisyonê kirin û wiha dewam kir:" Ma gelo ji mafê Koalisyonê ye ku mafên 4 milyon Kurdên Rojava inkar bike? Ma dema ku komên tarî Îmareta xwe ya Islamî ragihandin Koalisyonê heman helwest li hember wan nîşan da?."

Partiya Lîberal di dewama daxuyaniya  xwe de da zanîn ku tu kes yan tu alî nikarin mafên Kurdan binpê bikin. Her wiha da zanîn ku çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bêyî çareserkirina Pirsgirêka Kurdan pêk nayê.

Partiya Lîberal di dawiya daxuyaniya xwe de ji  Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwest ku li hember berpirsyaiyên dîrokî bi hişyarî tevbigere û xwe ji nava Koalisoyona Sûriyê  vekişîne.