Koalîsyon dixwaze DAIŞ li Iraqê sînor bike, ne li Rojava!

Koalîsyon dixwaze DAIŞ li Iraqê sînor bike, ne li Rojava!

Yek ji fermandara Biryargeha Navenda YJA STAR’ê Çîçek Botan diyar kir ku DAIŞ ya ku ji aliyê hêzên navneteweyî derxistin holê niha tê xwestin ku bi awayekî kontrolî bê meşandin û got: “Bêbandorbûna êrîşên hewayî ya hêzên koalîsyonê jî bi vê ve hate girêdan. Koalîsyon dixwaze DAIŞ’ê li Iraqê bi sînor bike, ne li Rojava.

Çîçek piştperdeya planên DAIŞ’ê yên der barê Kobanê de ji ANF’ê re nirxand. Botan diyar kir ku DAIŞ di esasê de li dijî Kurdan derxistin holê.  Qezencên li Bakurê Kurdistanê ku bi pêvajoya Ocalan daye destpêkirin hate bidestxistin û li Başûr û Rojava mafdariya şerê li dijî DAIŞ’ê ji aliyê cîhanê ve hate dîtin.

Botan got ku niha ji bo rakirina vê hêzê û qezencan plan tên kirin û niha tê xwestin ku ev plan li ser Kobanê bikeve jiyanê.

XETA RÎMELAN Û CIZÎRÊ HEDEF TÊ GIRTIN

Çîçek Botan du hedefên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê wiha vegot: "Hedefa wan a sereke ev e ku Kobanê bigirin dest û bikevin Rîmelan.  DAIŞ li aliyê başûr giranî dide xeta Cizîrê. Yên Sûriyeyê jî giranî didin Kobanê. Parvekirina kar ya wisa heye. Ev êrîşeke li dijî Kurdan e."

KOALÎSYON DIXWAZE DAIŞ’Ê LI IRAQÊ SÎNOR BIKE

Çîçek Botan diyar kir ku êrîşa hewayî ya li Rojava a Hêzên Koalîsyonê bê bandor bû û di esas de armanceke ku DAIŞ’ê asteng bikin tune ye û got: “DAIŞ ji aliyê pergala modernîst a kapîtalîst derketiye holê lê li serê hemû cîhanê bûye bela. Ji ber ku ji kontrolê derket. Niha dixwazin kontrol bikin û wisa bimeşînin. Hêzên Derve dixwazin DAIŞ’ê li Başûr sînor bikin. Dixwazin li ser PDK’ê zextê bike. Lê li Rojava vê asteng nakin. Ev demeke dirêj e li Rojava li dijî çeteyan têkoşîn tê meşandin. Niha gelê Kurd berxwedaneke bêhempa li dijî wan dimeşîne. Cîhan jî tenê temaşe dike.

Li Bakur êrîşî çalakiyan kirin û ciwanên Kurd qetil kirin.  Ji ber vê agirbest bê wate ye û bi fîîlî bi dawî bûye. Li gorî me geşedanên Rojava pêşveçûna pêvajoyê diyar dike.

Di daxwazên dewleta Tirk de ya îdîa dike li dijî DAIŞ’ê pêk tîne, armanca wê ya esas ev e ku Rojava dagir bike.

Botan serhildanên li Bakurê Kurdistanê jî silav kir û li her derê Kurdistanê divê berxwedan bilindtir bibe û seferber bibin.”