KNK: Rizgariya Reqayê mîzginiya Sûriyeyeke federal û demokatîk e

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî rizgarkirina Reqayê pîroz kir û got, " Rizgariya Reqayê, mîzginiya avakirina Sûriyeyeke federal û demokratîk e."

KNK’ê di daxuyaniya xwe de got piştî 134 rojan a bi lehengî û fedekariyeke mezin keleh û paytexta DAIŞ’ê, Reqa bi destê QSD’ê ya bi pêşengiya YPG,YPJ’ê û bi desteka Koalîsyona Navdewletî ji dest çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. KNK’ê diyar kir ku rizgarkirina Reqayê serkeftineke mezin a mirovahiyê ye, serkeftina ronkahiyê ya li dijî tarîtiyê ye û got, "Ev serketin çi Kurd, çi Ereb, çi Suryan, ya hemî pêkhateyên Bakurê Surîyê ye, nîşana biratî, hevkarî ya gel û bawerîyan e."

‘EV TOLA JINÊN ŞENGALÊ YE’

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande rola YPJ’ê ya di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de û got: 

"Di pêngava rizgarkirina Reqa yê da, şervanên YPJ’ê, bi roleke mezin rabûne, bi qehremanî û bi fedakarîyek mezin, li hemî eniyan  cih girtine. Daxuyanîya rizgarkirina Reqayê, ji hêla fermandar û şervanên YPJ’ê ve hate dayîn. Ev nîşana pêşketina jinê ye, ev nîşana şoreşa civakî ye, ev tola hemî jinên esîr û teybetî jî jinên Şengalê ye.

‘MIZGINIYA AVAKIRINA  SÛRIYEKE FEDERAL Û DEMOKRATÎK E’

Rizgarkirina Reqa yê, ne tenê têkçûna DAIŞ’ê ye, herwiha têkçûna kevneperestîya dijê mirovatîyê ye û mizgînîya avakirina Surîya federal û demokratîk e. Rizgarkirina Reqayê, wê di asta navneteweyî de deng vede û wê ji bo gelê me bibe moral û prestîj.

Em KNK, di sêrî de di şexsîyata  şehîdên Pêngava Reqayê da hemî şehîdên şoreşê, bi rêz û hurmet bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Herweha em sekeftina Reqa yê, di sêrî de li şervanên YPJ’ê, YPG’ê, QSD’ê, li Koolasyona Navdewletî ya dijî DAIŞê, li pêkhateyên bakurê Surîyê, li hemî gelên Surîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî Cihanê pîroz dikin."